'Efrîn destana vejîna berxwedanê ye'

  • 09:09 28 Sibat 2018
  • Rojane
Îlham Eloso 
 
KOBANÊ - Hemşîreyên Nexweşxaneya Kobanê  derbarê Berxwedana Serdemê ya Efrînê de anîn ziman ku  têkoşîna rewa ya jinê û gelê Efrînê ji cîhanê re bûye mînakek berbiçav û gotin divê cîhan li dijî binpêkirina mafên mirovan a li Efrînê bêdeng nemîne û helwesta xwe ya li dijî dewleta tirk zelal bike. 
 
Berxwedana Serdemê ya Efrînê bê navber didoma. Gelê Efrînê bi rihê serîhildanê warên xwe terk nakin û li dijî êrîşa dewleta tirk xwe diparêze. Derbarê Berxwedana Serdemê ya Efrînê de Hemşîreyên Nexweşxaneya Kobanê diyar kirin ku berxwedana Efrînê hêza xwe ji têkoşîn û rêxistina jinê digire û anî ziman ku dê bi berdewamiya têkoşîna Arîn, Barîn û Avestayan Efrînê bi ser bikeve.
 
Jina bi navê Fatime Ehmed û ji pêkhateyên Ereb diyar kir ku kuştina zarokan ne muslimantî ye û wiha dewam kir:"Li dijî polîtîqayên desthilatdariyê em ê Efrînê biparêzin. Parastina Efrînê parastina aştî, demokrasî û azadiyê ye. Em ê heta dawî aştî, demokrasî û azadiyê biparêzin."
 
'Em ê strana serîhildanê biqêrin'
 
Foziyê Elî anî ziman ku di encama êrîşan de zarok hedef tê girtin û wiha dewam kir:"Divê cîhan li dijî kuştina zarokan bêdeng nemîne. Ligel hemû zext û zordariyan em ê ji bo azadiyê derkevin kolanan û strana serîhildanê biqêrin."
 
'Dê faşîzmê wenda bike Efrînê bi ser bikeve'
 
Her wiha Norhan Koro da zanîn ku têkoşîna jinê beramberî hemû zilm û hovitiyê ye û wiha dewam kir:"Jinên Kurd li qadên têkoşînê serî hildaye û xwe parastiye. Dê bi rihê têkoşîna jinê faşîzmê wenda bike Efrînê bi ser bikeve."