ROJEVA 28'Ê SIBATA 2018'AN
- 09:00 28 Sibat 2018
- Rojev
*Hemşîreyên Nexweşxaneya Kobanê derbarê Berxwedana Serdemê ya Efrînê de anîn ziman ku têkoşîna rewa ya jinê û gelê Efrînê ji cîhanê re bûye mînakek berbiçav û gotin divê cîhan li dijî binpêkirina mafên mirovan a li Efrînê bêdeng nemîne û helwesta xwe ya li dijî dewleta tirk zelal bike. BI DÎMEN
*Endamên Meclîsa Jinan a Stenbolê ku ji bo 8’ê Adarê xwe amade dikin derkevin kolanan gotin: “Em ê dengê jinên hatine kuştin, dengê zarokên rastî îstîsmara zayendî hatine li kolanê biqîrin. Em nasekinin û em ê nesekinin. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî 8’ê Adarê bibin.” BI DÎMEN
*Meclîsên Jinan ên ji bo mafên jiyana jinan û îstîsmara zayendî têdikoşin, li Stenbolê ji bo li 39 navçeyî meclîsan ava bikin xebatan dimeşînin. Ji Meclîsa Jinan a Stenbolê Sultan Gurbey û Îzel Uysal diyar kir ku armanca wan ev e ku li 81 bajarî 81 meclîsên jinan ava bikin û bang li hemû jinan kir ku li taxan û li zanîngehan meclîsan ava bikin. BI DÎMEN
*Ekîba Zarokê Bisîklet ku ji mamosteyên dildar pêk tê, ji bo zarokên derfetên wan ên perwerdeyê tune perwerdehiyên weke veguhestin, kukla, atolyeyên rîtmî û zanistî dide. Ekîba Zarokê Bisîklet ji aliyê hîndekarên dildar ve li Îzmîrê hat avakirin, ji bo zarokên derfetên wan ên perwerdeyê tune perwerdeya zanistî dide. Ekîb ev ji salekê zêdetir e perwerdeyê dide û bi atoleyeyên veguhestinê, kukla, rîtmê zarokan perwerde dikin. BI DÎMEN
*Gulcan Coşkun a ji zarokatiya xwe de eleqeya wê li dijî wesayîtan hebû, bû tamîrvana herî ciwan a bajêr a jin. Gulcan tevî nêrînan feraseta ‘jin nikare tamîrê bike’ şikand.
*Piştî qeyûm tayînê şaredariyên Mêrdînê bûn hevşaredarên jin bi hincetên cuda hatin girtin. Sara Kaya, Zeynep Sîpçîk, Leyla Salman û bi dehan siyasetmedarên din hatin girtin. Tevî ku delîlên şênber tuneye jî bi îfadeyên ‘şahidên veşarî’ hatin girtin û bi muebeta giran tên darizandin.
*Xizmên girtiyan diyar kirin ku ligel zextên li ser girtiyan ew jî di dema hevdîtinê de tên tacîzkirin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin hemû çalakiyên girtiyan ên li dijî pêkanîna ‘cilên yekreng’. BI DÎMEN
*Pençeşêra gurçikan di nav cureyên pençeşêrê de di rêza 8’emîn de cih digire. Bi kesên ku di malbatê de ev nexweşî bê dîtin, rîska wê sê kat zêde dibe. Pençeşêra gurçikan li Tirkiyeyê bi mêran re ji 100 hezarî bi 6.3 kesî re, bi jinan re jî di rêjeya 3.5’an de tê dîtin.
*Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed di derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de anî ziman ku jinên têkoşer ku çawa li Efrînê berxwe didin dê bi heman rihî 8'ê Adarê pîroz bikin û bi dengê serîhildanê biqêrin.
*Li Mêrdîna ku dergûşa şaristaniyê ye jin wê di 8’ê Adarê de pêkanînên OHAL’ê bişkînin. Endama KCD’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku wê bi rengîniya Mêrdînê wek jinên hemû gelan wê 8’ê Adarê bi coş û serhildanê pîroz bikin. Jinên Mêrdînê wê bi şîara ‘wisa derbas nabe, an azadî an azadî’ 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz bikin. BI DÎMEN