TJA'yê derbarê 8'ê Adarê de daxuyanî da

  • 17:16 27 Sibat 2018
  • Rojane
AMED - TJA'yê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku ew ê di 8'ê Adarê de li qadan bin û wiha hat gotin;"Em dibêjin ku em ê bi rûhê berxwedana Efrînê xwe bi rêxistin bikin, li ber xwe bidin  û bi ser kevin."
 
Tevgera Jinan Azad (TJA), derbarê 8'ê Adarê de daxuyaniyek nivîskî da. TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê 8'ê Adara vê salê jin û gel li dijî îktîdara faşît, mîlîtarîst bi berxwedanê pêşwazî bikin û di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Berxwedana me ji hêza rêxistinkirî  û hevkar a jinê çavkaniya xwe digire, jiyaneke azad armanc dike."
 
'Wê berxwedan li her derê bê mezinkirin'
 
Berdewamiya daxuyaniya ku ji bo balkişandina 8'ê Adarê hat dayîn wiha ye:"8'ê Adarê ya vê salê navê berxwedana li Şenagalî, Kobanê û li Reqayê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ye. Israra birêz Abdullah Ocalan a li dijî îktîdara AKP-MHP ku tcîrît li ser gelê krud ferz kiriye a Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ye.
 
'8'ê Adarê roja berxwedana jinên rêxistinkirî ye'
 
Berxwedana bi rûmet jinên ku di girtîgehan de li dijî îşkence, çewsandin û kincên yekreng ku li ser navê me hemûyan didin e. Li dijî şîdet, qetilkirin û îstîsmara jin û zarokan  qîrîna tenê nehişitina jinan e.
 
Berxwedan li dijî şer, Erîn û Rojava ye.
 
8'ê Adarê roja me jinan a wekhevî û azadiyê ye. Berxwedana jinên kekdkar ku li dijî tacîz, tecewaizê dibêjin "Êdî bes e" ye.
 
Di vê riya ku em dibêjin Jin Jiyan Azadî! de; di vê riya ku em berxwedana xwe mezin dikin de roja berxwedanê ya li gel Clara, Rozayan, Sarayan û Sêvêyan e.
 
'Li dijî şîdeta dewleta baviksalar wê jin li qadan bin'
 
Di daxuyaniyê de hat aşkerakriin ku wê di vê8'ê Adarê de li dijî şîdeta li ser jinan, îstîsmara zarokan, fetewayên diyanetê û li dijî şîdeta dewleta baviksalar  jin li qadan bin."
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandi ser 8'ê Adara ku wê jin li Tikriyeyê dakevin qadan herî dawî wiha hat gotin: "Bila ev 8'ê Adarê  bi coşa jinan a baharê bi hemû rengên xwe li dijî OHAL, şer  û hemû cureyên êrîşê yên li ser jinan."