Îdiaya li Girtîgeha Kalkandereyê amadekariya êrîşê
- 15:56 27 Sibat 2018
- Rojane
RÎZE - Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê dimînin di peyama ku bi rêya malabtên xwe şandin de diyar kirin ku li girtîgehê dîsa aamdekariya êrîşê tê kirin û banga hestiyariyê kirin.
Piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê bi îlankrina OHAL'ê re êrîşên li girtîgehan jî zêde bûn û girtîeh bi pêkanînên wekî "kincên yekreng", nûçeyên îşkenceyê ketin rojevê. Li gel ku girtîgeha Tarsus, Şakran, Sîncan û Xerpêtê bi îşkenceya li girtiyan tê kirin di rojevê de ne, li Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandereya Rîzeyê di rojên borî de li dijî girtiyan êrîş hatibû kirin û di encama êrîşan de mil û piyê hin girtiyan hatibû şikandin. Li girtîgehê ji ber ku nêzî 200 girtiyan hejmartina leşkerî qebûl nekiribû bi êrîşê re rûbirû hatibûn hiştin. Girtiyên ku rastî êrîşê hatin di hevdîtina ku bi malbatên xwe re kirin gotin ku ew bi cezayê name û ragihandinê hatine cezakirin.
Amedekariya êrşeke nû tê kirin
Girtiyan bi ji malabtê xwe re ragihandin ku li gel di ser êrîşa hat kirin re hefteyek derbas bûye jî tudiya li ser wan berdewam dike. Girtiyan got ku kinc, pirtûk û rojnameyên ku malbatên wan ji bo wan anîne ji wan re nehatine dayîn û êrîşên kêfî ên li ser qawîşan jî berdewam dikin. Girtiyan bang li araya gitî û parêzvanên mafên mirovan kir ku bi wan re bikevin piştevaniyê.
Li dijî îşkenceya ku li girtiyan tê kirin malabtên wan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dabûn û heyeta HDP'ê ya ku çûbû girtîgehê jî rêveberiya girtîgehê derbarê rewşa girtiyan de tu agahî nedabûnê.