Çalakiya konê piştgiriya berxwedana Efrînê di roja 10'an de bi daxuyaniyekê bidawî bû

  • 15:36 27 Sibat 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Konê çalakiyê yê ku ji aliyê Rêveberiya Meclisa bajarê Qamişlo ve ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê hatibû vedan, di roja 10'an de bi daxuyaniyekê hat rakirin.
 
Konê çalakiyan yê  ku bi armanca piştgiriya berxwedana Efrînê ji aliyê Rêveberiya Meclisa bajarê Qamişlo ve û bi alîkariya Odeya Tîcara û Sîna, Heyva Sor û Meclisa Tenduristiyê hatibû vedan, îro di roja xwe ya 10'an de bi daxuyaniyekê bi dawî bû. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
Ji bo Raya Giştî:
 
"Ji ber bûyerên êrîşa hêzên dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Efrînê û hilweşandina binesaziya herêmê û koçberkirina welatiyên gundên herêmê, me wek Meclisa bajarê Qamişlo dît ku alîkarî û piştgiriya bi welatiyên herêma Efrînê re li dijî Tirkiyeyê ji erka me ye. Ji bo vê yekê me bi hemû derfetên xwe yên madî û manewî konê piştgiriyê vegirt û seferberî îlan kir. Çûna welatiyên me ber bi herêma Efrînê ve yek ji çalakiyên girêdayî konê piştgiriyê bû, her wiha bersiva seferberiyê û banga meclisa me bû."
 
"Dema ku welatiyên Bakurê Sûriyeyê derbasî Efrînê bûn rasterast ji aliyê artêşa Tirk rastî topbaranê hatin. Ev êrîşa li dijî welatiyan zihniyeta tunekirinê ya hikûmeta Tirkiyeyê nîşan dide û hewl dide hemû pêkhateyên Sûriyeyê tune bike. Her wiha hewl dide riya welatiyên Sûriyeyê ber bi pêkanîna aştiyê ve bi riya projeya wan ên Demokratîk û Federaliya Demokratîk ku daxwaza hemû pêkhateyên Bakûrê Sûriyeyê ye asteng bike. Li ser vê bingehê em weke welatiyên devera Qamişloyê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî welatiyên Efrînê bi tundî şermezar dikin. Em bang li rêxistinên hiqûqî û mirovahî dikin ku destwerdana xwe bikin û rê li pêşiya komkûjiyên artêşa Tirk bigirin û bi rola xwe ya exlaqî li hemberî gelê me yê Efrînê rabin."
 
"Her wiha di warê alîkariya aborî de me hewl da ku em alîkariya bi gelên Efrînê bikin. Ev alîkariya ku hatiye pêşkêşkirin li ber berxwedana gelê me li Efrînê tiştekî pir biçûk e. Lê bila giştî cîhan baş bizanibe ku gelê Rojava-Bakurê Sûriyeyê yek dest e, em bi erka xwe ji bo gelên xwe radibin ev jî erkeke exlaqî û mirovahî ye."
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî berxwedana Serdemê ya Efrînê” bi dawî bû.