Welatiyên Efrînê 16 şervan û sivîlek bi merasîmekê defin kirin

  • 14:51 27 Sibat 2018
  • Rojane
EFRÎN - Li herêma Efrînê 16 şervanên azadiyê û sivîlek bi merasîmekê hatin definkirin.
 
Bi sedan ji welatiyên herêma Efrînê 16 şervanên azadiyê, jê 8 şervanên YPG’ê, 5 endamên Erka Xweparastinê, 3 endamên Asayîşê, endamek HPC û sivîlek bi merasîmekê ji pêşiya nexweşxaneya Avrîn oxir kirin.
 
Di merasîmê de hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk û bi sedan ji welatiyên herêmê amade bûn. 
 
Merasîm ji pêşiya nexweşxaneya Avrîn dest pê kir û bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî berxwedana Efrînê" ber bi goristana Şehîd Avesta ve çûn.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo şervanên azadiyê, li ser navê Meclisa Kantona Efrînê Nûrşan Husên, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Efrîn axivîn.
 
Axaftvanan di axaftinên xwe de wiha gotin:"38 roj in dewleta Tirk li hember berxwedana şervanan û gelê Efrînê têk çûye û bi berxwedana şervanan û gelê Efrînê serkeftin wê misoger be."
 
Merasîm bi dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.