Rêxistina Sara rapora xwe ya salekê bi raya giştî re parve kir
- 14:39 27 Sibat 2018
- Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Sara Ya Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê Ya Kantona Kobanê rapora xwe ya salekê ji raya giştî re ragihand.
Rapora salane ya Rêxistina Sara Ya Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê Ya Kantona Kobanê bi raya giştî re hat parvekirin. Rapor li navenda Rêxistina Sara Ya Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê bi raya giştî re hat parvekirin. Rapor ji aliyê endama Rêxistina Sara Ya Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê Ya Kantona Kobanê, Şêrîn Muslim ve hat xwendin.
Rapor wiha ye:
"Jinên Kurd xwedî îrade û hêza ku tucarî naşkê ye. Jina Kurd ji bo jiyaneke hevbeş û azad berxwedanê dide meşandin, lê mixabin di nava malbat û civakê de gelek caran tundî li ser jinê tê meşandin. Ji bo parastina jinê û mafên wê gelek saziyên jin hatine avakirin, yek ji wan jê Rêxistina Sara Ya Li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê ye."
"Em weke Saziya Sara parastina mafê jinê û avakirina kesayeta wê digirin sel milê xwe. Em ji bo parastina jinê ji zilm û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimîne, li çareserî û dermanan digerin û piştgiriya jinan dikin. Ji bo pêşxistina jin û zarokan di vê salê de me gelek çalakî pêk anîn û proje pêş xist, weke dewreyên perwerdeyê yên ziman, tendirustî, xweparastin, derûnî, zimanê biyanî. Her wiha serdana malbat û hevjînê şehîdan hatin çêkirin. Ev hemû bi armanca piştgiriya jinê û pêşxistina wê her wiha tevlîbûna wê ya nava rêxsitinbûyîna civakê, pêk hat. Di sala borî de zêdeyî 50 civîn li herêma Cizîr û Kobanê hatin çêkirin. Rapor ji bo rewşa jinan hatin çêkirin û 4 caran endamên me tevlî perwerdeya girtî bûne. Civîn û semîner jî hatin çêkirin û li Eyn Îsayê jî proje ji bo zarokan hatin çêkirin."