Li dijî binpêkirina li girtîgehan banga hestiyariyê
- 14:34 27 Sibat 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser asta binpêkirina mafan a li girtîgehan û wiha got:"Em bang li saziyên mafên mirovan, saziyên hiqûqê û hemû saziyên civaka sîvîl dikin ku li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehan dengên xwe bilind bikin û hestiyar tev bigerin."
Endama Komisyona Girtîgehê û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran derbarê binpêkirina mafan a li girtîgehan de daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku mafê mirovan û hiqûqa navneteweyî hatiye sekinandin û diyar kir ku di çarçoveya OHAL'ê de li girtîgehan lêgerîna tazî, îşkenceya zayendî, lînc, li ser piyan hejmartin, şîddet û pêkanînên nebaş û gelek kiryarên nebaş zêde bûne.
'Raporên derbarê girtîgehan de xwîna mirovan disekinîne'
Di daxuyaniyê de hat ravekirin ku raporên derbarê girtîgehan de hatiye amadekirin xwîna mirovan disekinîne û daxuyanî wiha berdewam kir:"Derbarê binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan de hinek mînakên bi vî rengî hene: Li Girtîgeha Sîncanê hinek caran xwarinê nadin kesên ku li dijî şer in, li Girtîgeha Kalkandereyê ya Rîzeyê ji ber ku girtiyan hejmartina li ser piyan qebûl nekirin hestiyên wan hat şikandin, li Girtîgeha Kepsutê ya Balikkesîrê Ulaş Yurdakul hat lînçkirin, li Girtîgeha Tarsûsê bi gotina 'Em ê vir veguherînin Efrînê' gef li girtiyan hat xwarin, gelek girtî tevî rapora wan a 'nikare di girtîgehê de bimîne' heye dîsa jî di girtîgehan de ne û bi mirinê rû bi rû tên hiştin."
'Em ê agahdariyê bidomînin'
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku pêkanîna 'cilên yekreng' bê rawestandin. Ayşeyê bang kir ku xebatkarên girtîgehan ên ku îşkenceyê û pêkanînên ne baş li girtiyan dike ji kar dûr bê xistin û wiha berdewam kir:"Em ê şopandina binpêkirina mafan û hiqûqê yên ku li girtîgehan diqewime bidomînin û derbarê vê yekê de agahdariyê bidomînin. Ji bo li dijî bêhiqûqiyê tedbîr bê girtin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em bang li saziyên mafên mirovan, saziyên hiqûqê û hemû saziyên civaka sîvîl dikin ku li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehan dengên xwe bilind bikin û hestiyar tev bigerin."