Ji parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan

  • 14:22 27 Sibat 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Abdullah Ocalan, ji bo li Girtîgeha Îmraliyê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heta niha parêzeran 734’emîn car serî li serdozgeriyê dane.
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Ayla Akat Ata, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re sibê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Tevî vê serlêdanê, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve heta niha parêzeran 734 carin ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin serî li dozgeriyê dan.
 
Serlêdanên parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an de ve heta niha 733 carin bi hincetên “Rewşa hewayê nebaş e”, “Keştî xerabe ye”, “Koster di tamîrê deye” û “OHAL” hatin redkirin.