'Dê bi yekîtiya Jinên Kurdistanê berxwedana Efrînê bi ser bikeve'
- 13:33 27 Sibat 2018
- Rojane
KOBANÊ - Şandeya Jinên Kurdistanê ku ji 18 jinan pêk tê berxwedana Efrînê silav kirin û kêfxweşiya xwe ya çûyîna ber bi Efrînê ve anîn ziman.
Berxwedana Serdemê di roja 39'an de bê navber didome. Di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de bi dehan jin, zarok û gelê sivîl jiyana xwe ji dest dan. Ji bo vê yekê jî li Kurdistanê û seranserî cîhanê çalakiyê şermezarkirina van êrîşan tên lidarxistin. Bi vê armancê komîteyek jinan ji Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê derbasî Rojava bûn û niha berê xwe didin Efrînê. Têkildarî çûyîna xwe ya ber bi Efrînê ve, jinan hestên xwe bi ajansa me re parve kirin.
'Kobanê û Efrîn warê berxwedêr û têkoşeran e'
Endama Rêxistina Komeleya Jinên Rojhilatê Kurdistanê Dilniya Rehîmî hestên xwe wiha anî ziman: "Em weke Komîteya Jinên Kurdistanê li ser axa Kobanê ne, ev jî ji bo min kêfxweşiyeke pir mezin e. Kobanê û Efrîn warê berxwedêr û têkoşeran e. Armanca me ya hatina Rojavayê Kurdistanê ew e ku em deng û piştgiriya xwe ji bo gelê Efrînê diyar bikin.”
Her wiha Endama Rêxistina Jinên Çalekger a Komaleya Haka ya Rojhilatê Kurdistanê Gulnaz Gul Mehemedî kêfxweşiya xwe bi dîtina Kobanê anî ziman û wiha got: "Jin û Gelê Kobanê bû sembola aştî û azadiyê. Em hatine vir ku em bibêjin em weke gelê Rojhilatê Kurdistanê piştevanê berxwedana Efrînê ne."
'Serkeftina Efrînê serkeftina tevahî Kurdistanê ye'
Rêvebera Zerdeştiyan a bajarê Silêmaniyê Awat Hisamendî Teyîp jî wiha got: "Hatina me ya vir ji bo ku em piştgiriya jinên Kobanê û Efrînê bikin. Em di wê baweriyê de ne ku çawa jinên Kobanê dawî li terorîstên DAÎŞ'ê anî, wê jinên Efrînê jî dawî li desthilatdarên ku êrîşî Efrînê dikin bînin. Efrîn tucaran nakeve, wê Efrîn bi serkeve, ji ber ku serkeftina Efrînê serkeftina tevahî Kurdistanê ye, ez bi hêvî me ku êrîşên dewleta tirk di demeke zû de bidawî bibin."
Awat her wiha bal kişand li ser girtina hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim û wiha got: "Girtina Salih Muslim îxaneteke li gelê Kurd e, çawa ku bi îxaneteke mezin Rêberê gelan Abdullah Ocalan hate girtin, di heman demê de girtina Salih Muslim jî beşek ji vê plana dewletên dagirker e. Dema çavê min li Kobanê ket û min xaniyên ji ber şer xirabûyî dîtin, rondik ji çavê min hatin xwarê. Wê demê min zanî ku wicdanê cîhanê tuneye. A girîng ew e em kurd bibin yek û yekbûna xwe ava bikin da ku em dijminê xwe tune bikin."
Rêveberiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Mizgîn Arî jî wiha got:" Ev yekem car e ez Kobanê dibînim, vê yekê jî kêfxweşî û kelecan di hundirê min de da avakirin. Min li vir tilîlî û dengê hevalên şehîd wekî Arîn Mîrkan hîs kir. Bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jinên Rojava xwe digihînin azadiyê, li ser vî bingehî rêxistinbûna tevahî jinên Bakurê Sûriyeyê mîsoger dike."
'Em dixwazin bibin parçeyek ji vê berxwedanê'
Mizgînê di dewama axaftina xwe de wiha got: "Gelê Efrînê, YPG û YPJ'ê berxwedanek bêhempa didin meşandin. Armanca me jî ew e ku em bibin parçeyek ji vê berxwedanê, kêm be jî çûna me ya wir û silavdayîna havalên di çeperan de ji bo me girîng e û tilîliyên xwe bi wan havalan re kirina yek ku berxwedana Efrînê bi yekîtiya jinên Kurdistanê bi ser bikeve. Berxwedana Arîn û Barînê derxistî holê dilê jinê mezin kiriye û îro li hemû cîhanê dixwazin berê xwe bidin Efrînê û di kesayeta her du havalan de, jinên cîhanê bi berxwedanek mezin dadikevin qadan."