Şandeya jinên Kurdistanê serdana Kobanê kirin

  • 13:14 27 Sibat 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Şandeya jinan a ji Başûr, Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê ku wê derbasî Efrînê bibin gihaştin Kobanê.
 
Komîteya jinên Kurdistanê ya ku ji 18 kesan pêk tê, li Qada Jina Azad a Kobanê ji aliyê endamên Rêveberiya Kongreya Star û endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dîlber Yusuf ve hatin pêşwazîkirin û li wir ji bo berxwedêrên azadiyê deqeyek rêzgirtin hat girtin.
 
Li ser navê şandeyê Şadî Nawzed axivî. Şadî di axaftina xwe de  balkişand ser berxwedana Kobanê ya ku li dijî DAÎŞ'ê hat kirin û wiha got: "Em niha li bajarê şehîdan Kobanê ne û em pir kêfxweş û serbilind in. Rojavayê Kurdistanê çawa ku di tekoşîna li hember DAÎŞ'ê de bi ser ket, wê Efrîn jî bi rihê yekîtiya neteweyî û hevgirtina tevahî gelê Kurd bi ser bikeve. Rastiya jinên Kurd ên berxwedêr mizgîniyê dide gelê Kurd û wê berxwedan bi ser bikeve."
 
Paşê şande çû mala hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim ku beriya du rojan li Çekyayê hatibû binçavkirin. Her wiha wê şande serdana goristana Şehîd Dicle, gundê Alpelurê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li wir maye û serdana taxa Kobanê ku ji muzeyê hatiye veqetandin, bikin. 
 
Tê payin ku şande îro berê xwe bide Efrînê.