Fîlîz Kerestecîoglu: Çareserî ne 'xesandin' û ne jî 'îdam' e

  • 12:03 27 Sibat 2018
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
STENBOL - Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu diyar kir ku hikûmet ji bo pêşî li îstîsmara zarokan bê girtîn wekî çareserî "xesandina kimyevî" aniye rojevê lê ev ne çareseriye  û wiha got: "Nabe bêyî daxwaza wan mudaxele li bedena tu kesî bê kirin. Ne xesandin çareseriyê û ne jî îdam dikare pêşî li van pêkanînên dijmirovî bigere. Ji bo vê seferberî lazim e." 
 
Piştî ku li Edeneyê zaroka 3 salî bi îstîsmara zayendî re rûbirû hat hiştin li dijî vê ji hemû aliyan ve bertek hatin. Jinên ku gotin divê li dijî van êrîşan cezayê ku asteng bike bê dayîn, li kolanan dest bi çalakiyên şermezarkirinê kirin. Piştî bertekên ku hatin nîşandan komîsyona ku yek jê jin ji 6 wezîran pêk tê hat avakirin. Komîsyona ku hat avakirin wekî çareserî "xesandina kîmyevî" pêşniyar kir. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stebolê Fîlîz Kerstecîoglu jî li ser kuştina jinan û îstîsmara zarokan a zayendî ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Fîlîz diyar kir ku bi salên dirêj e li dijî şîdeta li ser jinê li Tirkiyeyê berxedaneke heye û di berdewamiya axafitna xwe de ev tişt  got: "Li Tirkiyeyê jin belkî jî hêza herî xurt ya muxalîf in û wê wiha jî berdewam bikin. Lê îktîdar vê naxwazin û ji ber wê dixwazin ku 8'ê Adarê qedexe bikin. Kuştina jinan encma pergala baviksalar, mîlîtarîzm û gotinên ku şîdetê rewa dikin e. Ev polîtîka bandora xwe li ser darazê jî dikin."
 
'Dixwazin pergaleke paşverû ava bikin'!
 
Fîlîz diyar kir ku ji ber daraz wekî amûrê siyasetê tê bikaranîn jin jî di warê neyînî de para xwe ji vê digirin û wiha got: "Dixwazin ku pergaleke nû ya darzaê ava bikin. Pergaleke hiqûqê ya ku ew dixwazin û dixwazin ku pergaleke paşverû ya ku ew dixwazin ava bikin.  Ev pergala xwe jî îro li dadgehan xistine meriyetê. Wekî ku ev jî ne bes be dixwazin hin guhertinên din bikin."
 
'Em ê li ber xwe bdin'
 
Fîlîz bal kişand ser kuştina jinan û biryarên darazê, anî ziman ku dema besûc "qerwatê" bike sutiyê xwe "qatek cilên fermî li xwe bike"  ji bo wî ceza km tê dayîn. Fîlîz wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu bersûc bi awayekî xirab dernakeve pêşberî darazê  û her dixwaze ku xwe li wê baş nîşan bide. Lê kesên ku ji vê sûvdê digirin kesên kujer in. Ev jî dijminantiya li dijî jinan nîşan dide. Lê berxwedana jinê wekî ku min di serî de jî got li dijî van pêkanînan zêde ye.Jin tenê bi hevgirtinê û berxwedanê dikarin li dijî van pêkanînan li ber xwe bidin."
 
Fîlîz îstîsmarkirina zaroka 3 salî a li Edeneyê jî bi bîr xist û wiha got: "Di demeke nêz bûyereke gelek xirab hat jiyîn. Ev bûyerek mezin bû. Lê bûyerê wekî wê ku me nebihîstine jî gelek in.  Li tirkiyeyê pirsgirêka herî girîn têkîliya zayendî ya nava malê (enset) e ku ev jî tê veşartin."
 
'Meclis li ser maseyê li çareseriyê digere'
 
Fîlîz anî ziman ku piştî îstîsmara zayendî ya li Weqfa Ensar li meclisê Komîsyona Astengkirina Îstîsmara Zarokan hat avakirin û di vê komîsyonê de biryarên girîn hatin dayîn. Fîlîz wiha destînîan kir: "Lê me endamên vê komîsyonê bi zorê birin Karamanê.Piîtî wê gelek bûyerên îstîsmarê hatin jiyîn. Me xwest ku em wan bibin cihên ku îstîsmar lê ahtiye kirin. Lê kesek nehat û li ser maseyê li çareseriyê geriyan."
 
'Seferbberî divê'
 
Fîlîz li gel bertekên jinanên Qanûna Muftîtiyê ku rê li ber zewaca zarokn vedike û di meclisê re hat derabskirin bi bîr xist û ev tişt got: "Endamên vê komîsoynê berî niha bi demeke kurt pêşnûme qanûna ku zewaca di temenê biçûk de ferz dike li meclisê niqaş dikin. Ji zarokan bûk nabe li wan ji bo vê qanûn çêdikirin. Ev hemû polîtîkayên ku zîhniyeta îkdîtarê nîşan didin e."
 
'Bedena tu kesî bêyî daxwaza wan nikare bê destdayîn'
 
Fîlîz herî dawî got ku xesandin li tevahiya cîhanê dem bi dem hatiye pêkanîn lê bi tena serê xwe ne çareserî ye û wiha dawî li axftina xwe anî: "Divê ku kesê bê xesandin vê biryarê erê bike. Ev tiştekî ku divê bi daxwaza kesna bê kirin e. Kesek nikare bêyî daxwaza kesekî dest bide bedena kesekî/kesekê.  Ji ber vê ne xesandin û ne jî îdam çareserî ye."