Şahida Darbeya 12’ê Îlonê: Fatma Kirici

  • 10:54 27 Sibat 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
RİHA - Dewleta tirk di serdema  12’ê Îlona 1980’yan de piştî ku bi sedan kurdên welatparêz di Girtîeha Amdê ya Tîpa E de bi cih kirin biryarek girt  û xwest ku vê girtîgehê li gel kesên welatparêz ên tê de girtî binax bike. Fatma Kirici ya ku şahidî ji wê demê kiriye ji me re behsa darbeya  salên 80’yan kir. 
 
Girtîgeha Amedê ya Tîpa E yan jî “Zindana 5 Nolû” wekî tê zanîn warê berxwedan û jiyanê ye. Dewleta tirk di serdema Darbeya 12’ê Îlona 1980’yan de biryarek girt  û xwest ku kesên welatparêz ên di vê girtîgehê de li gel girtîgehê binax bike. Lê li gel hemû hêz  û hewldanên xwe bi ser neket û Zindana Amed bi îşkenca taybet ku lê dihat kirin di nav zîndanên herî xirab ên cîhanê de cih girt. Jina bi navê Fatma Kiriciya(74) ku ji navçeya Wêranşara Rihayê ye kurê wê di darbeya salên 80’yan de hatiye girtin û 10 salan di Zindana Amedê de girtî maye ku ji wan rojan re şahidî kiriye  bahsa wan rojan kir û wiha got: "  
 
‘Zîndana hejmar 5 bû qada berxwedanê’
 
Fatma ku di darbeya salên 80’yan de 40 salî bûye anî ziman ku di dema Esat Oktay Yildiran de kurê wê ji ber kurdbûna xwe  di Zîndana Amedê de hatiye girtin. Fatmayê ji me re wiha behsa darbeya salên 80’yan kir: “Ji ber temenê min êdî mezin bûye kurê min di kîjan dîrokê de hatiye girtin baş nayê bîra min.  Min heft mehan kurê xwe nedît û nîşanê me nedidan. Ji me re digotin zarokên we naxwazin bi we re hevdîtinê bikin û me di got zarokên me çawa naxwazin? Wê dem ê Mudurê Gitîgehê Wê demê Leşkerê Midiriyeta Girtîgeha Amedê Esat Oktay Yildiran hebû. Wê demê gelek girtî ji ber îşkenceyan bedena xwe da li ber agir û hîn kes jî ji ber îşkenceyan jiyana xwe dest dabûn. Zîndana Amed ji girtiyan re xistibûn dojeh. Lê belê Zîndana 5 Nolû bû warê berxwedanê.”
 
'Min 7 mehan lawê xwe nedît'
 
Fatma di dirêjiya axaftina xwe de got ku destûr nedidan ew zarokên xwe bibînin û wiha berdewam kir: " Piştî ku lawê min hat girtin bi 7 mehan ji Zîndana Amedê telgrafek hat ji min re di telgrafê de digot bila malbatên girtiyan werin wê bi girtiyan re hevdîtinê bikin.  Em çûn li ber deriyê girtîgehê û ji me malbatan re gotin piştî nîvro werin. Wê demê girtîgeh çol bû, bajar û dikan tunebûn. Em li ber derê girtîgehê rûniştin hetanê piştî nîvro. Me dît ku fermandar hilkişiya li ser diwarê girtîgehê got zarokên we naxwazin derkevin hevdîtinê. Jinên bi navê Saliha, Hamdiye Turk, Zeyno û ez  em fikirîn ku em çi bikin? Piştre me got werin em deriyê girtîgehê bidin 
ber keviran, bila zarokên me nîşanî me bidin. Derdor hemû çol bû û kevirên biçûk hebûn. Me jî pêşa xwe tijî kevir kirin û avête deriyê girtîgehê. Esat Oktay Yildiran mirovekî kinik û zilimkar bû. Hem di hindûr de îşkence li zarokên me dikir û hem jî li derve îşkence li me dikir. Piştre me nêrî ku komeke leşker û gardiyan hatin û ji me re gotin hûn çi dixwazin. Me jî got ku em zarokên xwe dixwazin bibînin.”
 
Berxwedana 4 jinan
 
Fatmayê di berdewamiya axafitna xwe de anî ziman ku wê demê bi hezaran jin li paş wan bûne û wan 4 jinan jî bi gardiyanan re şerdikirin û ev tîşt got: “Piştre Esat Oktay Yildiran ji me re got ku sibê werin em ê zarokên we nîşanê we bidin. Wê demê ji ber tu cih tunebû em li ber diwarên girtîgehê radiketin û piştî ku bû sibeh em dîsa ji bo hevîdtinê çûn. Wan carekedin ji me re gotin piştî nîvro û dîsa em xapandin. Ji me re gotin divê ku hûn navê xwe binivîsin ji bo ku em bidin zarokên we. Me jî got ku zarokên me navên me dizanin. Me ji Esad Oktay re got ku hûn biçin bila zarokên me navê malbatên xwe binivîsin û bişînin. Carekedin gardiyanê leşker çû kete hûndir û demekê di hindûr de ma û  hat ji me re got zarokên we dibêjin em malbatên xwe naxwazin. Lê me dev jê berneda û me careke din deriyê girtîgehê kevir kir.  Leşkeran êrîşî me kirin û hîn jin birîndar bûn, hîn jin jî hatin binçavkirin."
 
'Ji ber ku min tirkî nizanibû li min û kurê min dan'
 
 Piştî bi 10 rojan carekedin ji bo em biçin hevîdtinê ji me re telgiraf hat. Em çûn hevdîtina zarokên xwe û min dît ku du leşker ketine bin milên kurên min. Ji ber ku min bi  tirkî zinanibû min bi kurmancî ji kurê xwe re got ku tu çawa yî. Ji ber ku ez bi tirkî axivîm hem li min dan hem jî li lawê min dan. Kurê min qêriya got ku dayê êdî neyê hevdîtinê. Dema ku kurê min got neyê hevdîtinê carekedin  li kurê min dan. Her wiha ne bi tenê kurê min li hemû girtiyan  îşkence dikirin. Kurê min digot mişk didin destê me û dibêjin bixwin. Dema me nedixwar jî îşkence li me dikirin. Her wiha zarokên me digotin mîza wan dixistin qedehan û didan wan ji bo vexwin.”
 
‘Ew berxwedan îro jî berdewam dike’
 
Fatma ku ji ber temenê wê yê mezin gelek tiştên din ku di wê demê de qewimîne nayên bîra wê herî daawî got ku hetanî vî temenê xwe wê gelek êş û derd dîtine wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurê min ku  bi giştî 15 salan di girtîgehê de ma 10 salan Girtîgeha Amedê de ma û  pître jî 5 salan sirgûnê girtîgehên cûda hate kirin. Lê belê mirov nikare hemû yan bîne ziman. Wê demê îşkence zêde bû û ew  îşkence îro hîn jî berdewam dike. Ev berxwedan û têkoşîn tu carî bi dawî nebû û nabejî. Ji ber ku ew berxwedan îro jî berdewam dike. Berxwedan jiyane.”