Wezareta rapora qebûl nekir, girtiyê nexweş bi mirinê re rûbirû dihêle!
- 09:26 27 Sibat 2018
- Rojane
DÎLOK - Tevî ku der barê girtiyê nexweş Îzzet Turan rapora doktor heye jî ji aliyê wezareta Dadê tê gotin ku ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ û nayê tahliyekirin. Xwişka Îzzet Turan, Leyla Tuna ji bo birayê xwe û hemû girtyên nexweş banga piştevaniyê kir.
Tevî daxwazên parêzvanên mafên mirovan û malbatan di mijara dermankirina girtiyên nexweş de pêngav nayê avêtin. Malbatan ji bo zarokên wan bên dermankirin û dermanên wan bên dayîn bi dehan carî serî li Wezareta Dadê dan û her carê bersiva neyînî digirin. Îzzet Turan yê ji sala 1997’an heta niha di girtîgehê de ye tevî hemû serlêdanên malbatê jî daxwaza tehliyekirina wî bê encma maye.
4 meh berê hat surgunkirin
Îzzet Turan cezayê muebetê girtiye û di temenê ciwan de xistine girtîgehê. Ji roja hatiye girtin heta niha 6 caran hatiye surgunkirin. 4 Meh berê jî ji girtîgeha TÎpa D ya Amedê surgunî girtîgeha Tîpa L ya Dîlokê hat kirin.
‘Li gorî wezaretê dikare di girtîgehê de bimîne’
Leyla Tuna ji bo birayê xwe banga piştevaniyê kir û got Îzzet di bin şert û mercên zehmet de jiyana xwe didomîne û got tevî nexweşiya birayê wî Wezareta Dadê raporên wî qebûl nake. Leylayê ev tişt anî ziman: “Îşkenceya ku birayê min nedît nema. Ez bi nedîtina wî mezin bûm. Dema nû ket girtîgehê ji ber îşkenceya lê hatibû kirin di bedena wî de zerarên mezin derketin holê. Ji ber vê hem hestiyên wî dihelin û hem jî di sînga wî de nexweşî heye. Bi tena serê xwe nikare bijî. Bi saya hevalên xwe hewcedariyên xwe tîne cih.Tevî rapora doktor ya divê ji girtîgehê derkeve jî wezareta dadê vê qebûl nake. Li gorî wezaretê ‘dikare li ser piya bisekine, bimeşe’. Lê bi zorê li hundir dimîne. Ne derman dikin ne dermanên wî didinê. Doktor bi rêk û pêk kontrol jî nake.”
‘Dema surgunkirin Îşkence lê kirin’
Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku Ger ew derman nakin, bila berdin ku em lê binêrin. Bi kelepçe dibin doktor. Di dema surgunê de rastî heqeret û îşkenceyê hatiye. Lê bi van polîtîkayan nikarin serî bi me bidin tewandin. Bi awayekî kêfî cil û bergên wan hatin sînorkirin. Ava germ tune ye. Ava paqij tune ye. Li gel van hemû pêkanînên dijmirovî ji aliyekî din ve jî cilên yek reng li girtiyan tên fezkirin. Em ê li dijî pêkanîna cilên yereng têbikoşin. Em dixwazi hemû girtî bên berdan. Em ê heta dawî li berxwe bidin.”