Mêrdîna kevn li rojên xwe yên berê digire

  • 09:23 27 Sibat 2018
  • Rojane
MÊRDÎN- Mêrdîna kevn a ku wek bajarê ziman, ol û çandên cuda  tê nasîn li rojên xwe yên berê digere. 
 
Li bajarê ku Turîst êdî wek berê naçinê, keleha Mêrdînê hîna wekî qada leşkerî tê bikaranîn û warên dîrokî jî terkî qedera xwe hatine kirin. Mêrdîn a ku ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye, îsal hejmara turîstên ku hatinê jî gelek kêm bûye. Li gorî salên borî ji sedî 40 rêjaya turîstan ketiye û yên ku herî zêde ji vê bi bandor bûn esnaf in. 
 
Rê nîvco man
 
Mêrdîna ku ji suryanî, kurd, ermenî, ereb, tirk û gelek gelan re malovanî kiriye û bi warên xwe yên dîrokî tê nasîn, di sala dawî de hejmara turîstên ku tênê jî kêm bûye. Otel berê tije dibûn û niha  bi nîvî dibin. Her wiha li bajar hinek warê dîrokî terkî qedera xwe hatine kirin. Hinek kolanên Mêrdîna kevin jî xebatên wan nîvco mane û hinek kolan bi kevir û xîzê tijî ne. Qonaxa li lûtkeya Mêrdînê ye û di sedsala 18’emîn de ji aliyê Haci Îbrahîm Şatana ve hatiye çêkirin jî terkî qedera xwe hatiye kirin. kevirên Qonaxê ji ber warênbûnê dikevin. Avahî ji bo turîst û gelê herêmê gelek bi rîsk e û tevî vê nayê restorekirin. 
 
Keleha Mêrdînê hîna di bin dagirkirinê de ye
 
Keleha Mêrdînê ya hîna wek qada leşkerî tê bikaranîn herî dawî di 17’ê Sibata sala borî de hat gotin ku wê bê vekirin. Keleh bi têlan hatiye dorpêçkirin û al lê hatine çikandin. Hem qeyûm hem waliye lê xizmet tune Mustafa Yaman yê hem walî û hem jî qeyûm e, kêmbûna turîstan ji nedîtîve tê û di rojên borî de di daxuyaniyek da de wiha got: “Em van organîzasyonên wiHa girîng dibînin. Piştî operasyonên li bajaran divê gel moral qezenc bike. Ji ber vê bi faliyetên tên kirin em ê moral bilind bikin. Ger ku em  hatin turîstan li 12 mehan belav bikin, li gorî salên borî sê kat zêde bûye.”