Aylin a parastina xwe kir: Ez dixwazim azad bim

  • 09:23 27 Sibat 2018
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL- Aylîn Işik a li dijî mêrê bi navê Cîhangîr Işik ku îşkenceya sîstematîk lê kir, mafê xwe yê parastina cewherî bi kar anî û ew kuşt. Cîhangirê ji girtîgeha Bakirkoy nameyek şand û got ew dixwaze bi kurê xwe re jiyanek xweş û azad bijî.
 
 Di 17’ê Kanûna 2017’an de li Gazîosmanpaşaya Stenbolê jina bi navê Aylin Işik mêrê bi navê Cîhangîr Işik ku îşkenceya sîstematîk lê dikir, bi mafê xwe yê parastina cewherî kuşt. Aylînê ji girtîgeha Bakirkoyê nameyek şand û di nameyê de ji bo hemû kesên dengê wê bihistine û daye bihistin spas kir û her wiha banga piştevaniyê kir. 
 
‘Tirs qedya, tirs ket bin axê’
 
Aylînê bi lêv kir ku Cîhangîr her tim ew tehdîd kiriye û şîdeta fîzîkî lê kiriye û got: “Ji bo min îşkence qedya.Ez tenê li kurê xwe difikirim. Ez wî mereq dikim. Ez dixwazim bigihêjim zarokê xwe. Piştî girtina min kurê min dan malbata Cîhangîr. Kurê min di alî psîkolojîk de jî bi bandor bû. Hîna 4 salî ye. Yekane fikra min kurê min ne. Ez dixwazim kurê min ji wê malbatê bê girtin û bidin malbata min. Kurê min li wir ewlehiya wî tune. Tirs qedyan, tirs ket bin axê. Ez êdî naxwazim bêdeng bimînim.”
 
‘Ez dixwazim bi kurê xwe re jiyanek azad bijîm’ 
 
Aylînê di dawiya nameya xwe de daxuyakirin ku baweriya wê ya bi dewletê dema ku kurê wê bide wê, wê zêde bibe û ev tişt anî ziman: “Kurê min parçeyek ji dilê min e. Ez evîndarê kurê xwe me. Ji bo kurê xwe ez neçarbûm bijîm. Ez dixwazim bi kurê xwe re jiyanek azad bijîm.” Aylîn Işikçi ji bo kurê wê bidin wê li Edliyeya Gazîosmanpaşayê doz vekir û di 19'ê Sibatê de daneşîna dozê hat dîtin. Doza ji ber kêmasiya belgeyan hat taloqkirin, wê di mehên pêş de bê dîtin.