Bi rihê berxwedana Efrînê em ê 8'ê Adarê pêşwazî bikin
- 09:21 27 Sibat 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ - Şervana YPJ'ê Berçem Dilsoz û Endama Hêzên Asayişê Dîlan Şiblî diyar kirin ku bi rihê berxwedana Efrînê ew ê 8'ê Adarê pêşwazî bikin û têkoşîna xwe berdewam bikin.
Şervana YPJ'ê Berçem Dilsoz û Endama Hêzên Asayişê Dîlan Şiblî diyar kirin ku bi rihê berxwedana Efrînê ew ê 8'ê Adarê pêşwazî bikin û wiha gotin:"Em ê koletî û zextên li ser axa xwe û ya li ser jinê qebûl nekin û em ê bi vîna xwe ya azad desthilatdaran têk bibin."
'Em ji mirinê natirsin'
Şervana YPJ'ê Berçem Dilsoz 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê di destpêkê de li jinên Kurd û li hemû jinên cîhanê pîroz kir û got:"Em ji mirinê û ji tank û topên wan natirsin. Em ê tevî hemû zext û zordariyan hewl bidin ku 8'ê Adarê ji bo hemû jinên cîhanê bibe xeleka çareseriyeke mayinde. Bi têkoşîna jina şoreşek hat avakirin. Jina koletî qebûl nekirin û rabûn ser piyan. Divê jin her bi hêz û bi îradeyeke mezin li dijî desthildardaran derkevin û li ax û li nirxên xwe yên pîroza xwedî derkevin."
'Ji bo parastina mafê jinê ez tevlî hêzên YPJ'ê bûm'
Berçemê bal kişand ser felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dewam kir:"Bi felsefe û ramanên Rêber Apo jin bû xwedî vîneke mezin. Divê em bi vê vîna xwe ya xurt bi rihê berxwedana Efrînê qadan vala nehêlin. Ji bo parastina mafê jinê ez tevlî hêzên YPJ'ê bûm. YPJ sîwana parastina rewa ya jinê ya bi rûmet e. Divê em ji bo parastina rûmeta xwe 8'ê Adarê bi têkoşînek bê hempa pêşwazî bikin."
'Şoreşa rojava şoreşa jinê ye'
Berçemê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye, divê bi rihê Şoreşa Rojava û bi rihê berxwedana Efrînê em qadên 8'ê Adarê tije bikin û zincîra koletiyê bişikînin."Divê jin li dijî şîdet û çewisandinê li kolanan dengên xwe bilind bikin û parastina xwe ya rewa bi kar bînin.
'Divê jin hemû li qadan dengên xwe berz bikin'
Endama Hêzên Asayişê Dîlan Şiblî anî ziman ku 8'ê Adarê roja têkoşîna jinê ya serbilind e û wiha dewam kir:"Jinên Kurd û Jinên Cîhanê bi têkoşîna şikandin a hişmendiya baviksalar, 8'ê Adarê pêşwazî bikin. Jinên ku doza mafên xwe yên rewa dikin wê derkevin qadan û dengên xwe berz bikin da ku hişmendiya ku koletiyê li wan ferz dike, bê şikandin."
'Ji bo aştî û azadiyê divê jin mil bidin hev'
Dîlanê bal kişand ser yekîtî û hêza jinê û wiha dewam kir:"Ji bo şîdet û neheqiya ku li jinê tê kirin bi dawî bibe divê jin hemû bibin yek. Ji bo aştî û azadiyê divê jin mil bidin hev."
'Arîn, Barîn û Avesta dê rêya me ronî bikin'
Dîlanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em ê bi têkoşîn û bi feyza Arîn, Baran û Avestayan hêviyên xwe geş, têkoşîna xwe bilind bikin û li dijî neyaran serî netewînin. Arîn, Barîn û Avesta dê rêya me ronî bikin. Dê bi rihê jinên têkoşer qadên 8'ê Adarê veguhere ronahiya siberojeke azad."