ROJEVA 27'Ê SIBATA 2018'AN

  • 09:00 27 Sibat 2018
  • Rojev
*Şervana YPJ'ê Berçem Dilsoz û Endama Hêzên Asayişê Dîlan Şiblî diyar kirin ku bi rihê berxwedana Efrînê ew ê 8'ê Adarê pêşwazî bikin û têkoşîna xwe berdewam bikin. BI DÎMEN
 
*Kedkarên bi KHK’ê hatin îxrackirin hatin cem hev û ‘kooperatîfa Lîza’ ava kirin. Yek ji damezrînera dildar a kooparatifê Hazal Yilmaz kooperatîf wek ‘çalakiya bêdeng’ bi nav kir. BI DÎMEN
 
*Aylîn Işik a li dijî mêrê bi navê Cîhangîr Işik ku îşkenceya sîstematîk lê kir, mafê xwe yê parastina cewherî bi kar anî û ew kuşt. Cîhangirê ji girtîgeha Bakirkoy nameyek şand û got ew dixwaze bi kurê xwe re jiyanek xweş û azad bijî.
 
*Mêrdîna kevn a ku wek bajarê ziman, ol û çandên cuda  tê nasîn li rojên xwe yên berê digere. 
 
*Endama Piştevaniya Mor Pelîn Kahîlgullari têkiliya kapîtalîzm û serdestiya mêr nirxand û diyar kir ku ew jinan wek hêza kar a erzan dibîne, keda nav malê dibîne û wiha got: “Jin hem ji ber taybetiya welîdînê û hem jî ji roja hatine dinê û heta niha wekî hinek karê diyarkirî yên divê bînin cih tên bi navkirin û ji ber vê jî du caran tên çewisandin." BI DÎMEN
 
*Tevî ku der barê girtiyê nexweş Îzzet Turan rapora doktor heye jî ji aliyê wezareta Dadê tê gotin ku ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ û nayê tahliyekirin. Xwişka Îzzet Turan, Leyla Tuna ji bo birayê xwe û hemû girtyên nexweş banga piştevaniyê kir.
 
*Meena Keshwar Kamal, li Afganîstanê ji bo jinan rêxistin bike û perwerde bike têkoşîn da û RAWA ava kir, ji bo azadiya jinan û demokrasiyê têkoşiya.
 
*Dewleta tirk di serdema  12’ê Îlona 1980’yan de piştî ku bi sedan kurdên welatparêz di Girtîeha Amdê ya Tîpa E de bi cih kirin biryarek girt  û xwest ku vê girtîgehê li gel kesên welatparêz ên tê de girtî binax bike. Fatma Kirici ya ku şahidî ji wê demê kiriye ji me re behsa darbeya  salên 80’yan kir. BI DÎMEN