Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan bi biryarên girîng bi dawî bû

  • 18:38 26 Sibat 2018
  • Rojane
 
 
KOBANÊ- Yekemîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Sirînê bi biryarên giring bidawî bû. 
 
Konferansa ku bi dirûşmeya "Biryardayîna bi şehîdan re misogeriya avakirina Sûriyeke Demokratîk, Federal û azadiya Rêber Apo ye" li bajarê Sirînê dest pê kiribû, bi pilansaziyeke xurt û avakirina Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Sirînê, navçeya Qadriya û navçeya Çelebiyê bi dawî bû.
 
Piştî ku rapora xebatê ya salê hate xwendin û nîqaş li ser hate kirin plansazî û biryarên giring hatin girtin.
 
Biryar wiha ne:
 
*Guhertina navê Saziya Malbatên Şehîdan ku bibe Meclîsa Malbatên Şehîdan
 
*Ji bo bîranîna têkoşeran li Sirînê qada bi navê şehîdan were avakirin.
 
*Rakirina hemû wêneyên têkoşeran ên tekane û daliqandina wêneyên giştî li ser rê û kolanan.
 
*Avakirina komîteya aborî.
 
*Ji bo hevjînên têkoşeran avakirina projeyên aborî.
 
*Avakirina goristana têkoşeran. 
 
*Karkirina malbatên têkoşeran di saziyên din.
 
*Birêxistinkirina rêveberiya nû ya meclisê û hemû komîteyên wê.
 
*Avakirina komîteyeke taybet ji bo serdana hemû malbatên têkoşeran.
 
*Avakirina komîteyeke taybet ji bo kontrolkirina rewşa malbatên têkoşeran bi taybet ên xizan û nivîsandina raporan derbarê rewşa wan de û dayîna rêveberiya meclîsê.
 
*Meclisa nû her sê mehan carekê civînekê ji bo hemû malbatên têkoşeran li darbixe da ku bikaribin nêrînên wan bigrin.
 
*Zêdekirina têkiliyên di navbera meclîs û saziyên din de.
 
Di dawiya konferansê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Sirînê Semîra Wilo, Emel Elî, Hilelala Dektuk, Şadî Casim û Zekî Hemdan), ên navçeya Qadriyê Cewahir Hisên, Ise Bozan û Yasir Mihmed Hecî û navçeya Çelebiyê Elî Ebdo, Behdînan Mustefa Elî, Mihyedîn Elî Hemo û Felek Osman hatin hilbijartin.
 
Konfrans bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.