Welatiyên Kantona Qamişlo berxwedana Efrînê silav kirin

  • 18:17 26 Sibat 2018
  • Rojane
 
 
QAMIŞLO- Welatiyên Kantona Qamişloyê bi dirûşma "Efrîn tu ne bi tenê yî Qamişlo li pişta te ye" bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser Efrînê meşeke girseyî li dar xistin. 
 
Welatiyên Kantona Qamişlo bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser herêma Efrînê û bi dirûşma "Efrîn tu ne bi tenê yî Qamişlo li pişta te ye" meşeke girseyî li dar xistin. 
 
Di meşê de alên YPG'ê, YPJ'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin bilindkirin. Her wiha pankartên "Em ê bi rihê seferberiyê Efrînê biparêzin" û "Her der Efrîn e herder berxwedan e" hatin rakirin.
 
Meş ji Qada Şehîdên Enternasyonalîst a taxa Enteriyê ya Kantona Qamişlo bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Serdemê" û stranên şoreşgerî dest pê kir û heya Mala Gel a taxa Enteriyê domand. Li wir ji bo pakrewanên azadiyê ku jiyan xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre axaftin hate kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin  ser rewşa Efrînê û berxwedana şervan û gel hate silavkirin.
 
Meş bi dirûşmeyên "Efrîn tu ne bi tenê yî gelê herêma Cizîrê li pişta te ye" bidawî bû.