Jinên Mêrdînî bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kirin

  • 17:19 26 Sibat 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmaran bernameya xwe ya çalakiyên ku wê di çarçoveya 8'ê Adarê de li dar bixin aşkera kir.
 
Platforma Jinan a Şahmaran di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de daxuyanî da. Di daxuyaniya ku hat dayîn de bernameya 8'ê Adarê bi raya giştî re hat parvekirin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em ê jinên Mêrdînî di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de bi hemû rengên xwe û cudahiyên xwe li qadan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî rêjîma dîktatoriyak tevli şahiya me ya azadiyê bibin."
 
Bernameya 8'ê Adarê wiha ye:
 
 * 1'ê Adarê wê li Nisêbînê saet di 11.00'an de qurnefîl li jinan bên belavkirin û hevdîtina jinan a bi muzîkê bê kirin.
 
* 2'yê Adarê saet di 11.00'an de li navêenda Mêrdînê û li navçeyên wê ji jinên girtî re kart bê şandin.
 
 *3'yê Adarê wê malbatên jinên ku hatin qetilkirin bên ziyaretkirin.
 
*4'ê Adarê saet di navbera 11.00 -16.00'an de li Qada Cumhuriyetê şolena azadiyê bê lidarxistin.
 
*5'ê Adarê wê sînema bê pêşandan.
 
*6'ê Adarê wê saet di navbera 14.00 -17.00'an de li Qda Azadiyê ya li Qserê hevdîtina jinan bê kirin.
 
*7'ê ADARÊ saet di 12.00'an de wê li Midyatê esnaf bên ziyaretkirin û qurnefîl li jinan bên belavkirin.