Krîzên hîn mezintir li pêş xwendekaran e

  • 09:02 7 Îlon 2024
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Hevseroka Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Amedê Duygu Ozbay da zanîn ku di dema nû ya perwerdehiyê de pirsgirêkên mezin li pêş xwendekarane û got mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê hîna wek ‘parçebûnê’ tê binavkirin û got divê êdî ev ji holê rabe.
 
Dema perwerdehiya nû wê 9’ê Îlonê de dest pê bike û 19 mîlyon xwendekar wê det bi dema nû bikin. Pergala perwerdehiyê ku her sal vediguherinin, îsal jî xwendekar û mamoste bi ‘Modela Maarîf ya sedsala Tirkiyeyê’ ya wezîrê perwerdê Yusuf Tekîn di 27’ê Gulanê de erê kir pêşwazî dikin. Mufredata nû wek metneke polîtîk ya ne zanistiye tê venasîn. 
 
Hevseroka Hejmar 2 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê Duygu Ozbay der barê mijarê de axivî.
 
Narîn bibîr xist
 
Duyguyê da zanîn ku di 9’ê Îlonê de bi mîlyonan xwendekar dest bi dema nû ya perwerdê dikin û her wiha Narîn Guran ya 8 salî ku ji 21’ê Tebaxê de windaye bibîr xist: “Polîtîkayên ku dibêjin jin û zarokan dipêzin dîsa dibin sedema mirina jin û zarokan. Daxwaza me ev e ku Narîn demildest bê dîtin û bi heval û mamosteyên xwe re ligel hev be.”
 
Polên qelebalix ji bo xwendekaran xetereye 
 
Duyguyê bi lêv kir ku dema nû bi gelek pirsgirêkan dest pê dike û wiha got: “Li Amedê pirsgirêka polên qelebalix heye. Me hîna nû sewbek derbas kir. Lê me ders ji vê negirt. Niha em bi şewbek nû re rû bi rû ne. Pirsa ‘Gelo dibistan paqijin’ tên hişê mirovan. Sala borî me anketek kir û kedkarên perwerdê yên tevli anketê bûn gotin dibistan ne paqijinû personel tune ne. Ji ber vê jî ji bo ev şewb bandora wê bê kêmkirin divê hewil dibistan paqij bin, xebatkarên paqijiyê bên girtin. Divê pol ne qelebalix bin.  Sala borî mamosteyan got piranî polan di ser 40’î d ene. Lê divê ev hejmar dakeve bin 20’an.”
 
Ji perwerda bi zimanê dayikê re dibêjin ‘Parçebûn’
 
Duyguyê balkişandser ‘Modela Maarîf ya Sedsala Tirkiyeyê’ û got: “Bi vê mufredatê re gelek xwendekar dikevin rewşa bê derfet. Ev mufredatek zayendperest, netewperest, olperest e. Mufredat yekparêziyê esas digire. Dixwazin civakek homojen biafirînin. Zarokên zimanê wan ne Tirkiye wê bikevin rewşa bê derfet. Yanî ev zarok ji xwe demek dirêje mexdurên polîtîka perwerdehiya yek ziman in. Em dibêjin mafê perwerda zimanê dayikê mafekî qanûniye. Zarok li malên xwe zimanê xwe diaxivin lê li dibistanê bi zimanekî din perwerdê dibînin. Li Swedê reformek pêk tê. Zimanê li malê tê axaftin li dibistanê jî perwerda wê tê dîtin. Ma ev parçe dike? Na. Ji ber vê jî divê ev mijar li aliyekî bên hiştin.”
 
‘Mafê perwerdê di bin xetereyê de ye’
 
Duyguyê anî ziman ku mafê perwerdehiya cemawerî ya zarokan di bin xetereyê de ye û krîza aborî bandorek mezin li ser xwendekaran kiriye. Duyguyê wiha anî ziman: “Li vî welatî ji sedî 1 welatî dikarin debarê bikin. Hemû aliyên din xizanin. Yek ji bazarê xizan jî Amed e.  Lêçûna kirtasiyeyan her diçe zêde dibe. Ji ber vê jî evqas zarok li Amedê bê derfet dest bi dibistanê dikin û nikarin xwe bigihînin hewcedariyan. Mafê perwerdehiya cemawerî a zarokan di bin xetereyê de ye. Di xizaniyê de yên ewil mexdur dibin zarokin. Divê ji bo her zarokekî danekî xwarin bê dayîn. Divê lêçûnên kirtasiyê bên peydakirin. Xizanî her diçe giran dibe û yên ewil mexdur dibin jî zarok in.”
 
Zarokên keç li gorî yên mêr kêmtir li dibistanê dimînin
 
Duyguyê dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi mufredata nû re wê zarokên keç hîn bêtir mexdur bibin û wiha dawî lê anî: “Hejmara zarokên keç ên diçin dibistanê zêde bûye. Lê pêvajoya perwerdehiyê de zarokên keç li gorî yên mêr kêmtir li dibistanê dimînin. Em li 2011’ê binêrin, zarokên keç li gorî yên mêr salek û nîvê kêmtir di pêvajoya perwerdehiyê de mane.  Ji ber vê jî mufredata îro jî wekheviya zayendiya civakî li ber çavan nagire. Wê zarokên keç ji nû ve mexdûr bibin.”