Li Êlihê tundiya mêr
- 22:05 26 Tebax 2024
- Rojane
ÊLIH - Li navçeya Kercews a Êlihê li gundê Behewê jina bi navê S.A ji aliyê mêrê bi navê Abdullah Çakar ve hewl hat dayîn bi çekê bê qetilkirin.
Li navçeya Kercews a Êlihê li gundê Behewê mêrê bi navê Abdullah Çakar hewl da jina bi navê S.A ya 22 salî bi çekê qetil bike. Gumanbar piştre gule berda xwe û tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.
Xetereya jiyan S.A jî didome. Hat hînbûn ku der barê mijarê de lêpirsîn didome.