Êrîşa li hemberî rojnamevanan hat şermezarkirin
- 10:29 26 Tebax 2024
- Rojane
HELEB - Meclisa Jin a Meclisa Malbetên Şehîdan ya bajarê Helebê bi daxuyaniyekê êrîşa dawî li ser wesayeta rojnamevanan ku li Silêmaniyê hat kirin û di encamê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan şermezar kir.
Bertekên li hemberî êrîşa dewleta Tirk a li Silêmaniyê ku li dijî wesayita Rojnamegeran hat kirin û di ecnamê de Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê jî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Jinê a Malbetên Şehîdan Delal Mihemed ve li pêşiya eywana 8`ê Adarê hat xwendin. Di daxyaniyê de ji tevger,partî û meclisan gelek jin di daxuyaniyê de amae bûn.
Daxuyanî wiha ye:" Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane di berdewamiya şerê li ser kurdan de didomîne. Beriya bi du rojan di 23`ê tebaxê de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk tîmeke çapemeniyê ya ku li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi erka xwe ya çapemeniyê radibû hedef girt û du rojnamevanên kurd, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, gihêştin şahadetê her wiha 6 rojnemevan jî bi giranî birîndarbûn.
Em ê jî weke Meclîsa Jinan a Malbatên Şehîdan, têkoşîna hemû şehîdan bikin bingeha xebata xwe û têkoşîna xwe bidomînin. Em wekî Meclîsa Jinan a Malbatên Şehîdan êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî xebatkarên çapemeniyê bi taybet rojannamevanên jin şermezar dikin."
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.