'Qeyûm êrişa li dijî pergala hevserokatiyê ye'
- 09:03 9 Tîrmeh 2024
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
ÎZMÎR - Serhildana li dijî tayinkirina qeyûm a li şaredariya Colemêrgê li Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dike. Jinên têkildarî hedefgirtina pergala hevserokatiyê ya ji aliyê qeyûm ve axivîn diyar kirin ku polîtîkayên qeyûman ji bo tunekirina destkeftiyên jinan pêk tên.
Têkoşîna li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a 3’ê Hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê didome. Nobet û meşên li dijî qeyûman dewam dikin. Di dawiyê de “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ku ji aliyê DEM Partiyê ve li dijî tayînkirina qeyûman hat destpêkirin, bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Yek ji qadên herî girîng ên ku ji aliyê qeyûm ve tê hedefgirtin, têkoşîna jinê û destkeftiyên jinan e. Jinên ku ji ajansa me re axivîn, der barê qeyûmên ku pergala hevserokatiyê hedef digirin, diyar kirin ku nûnertiya jinan ji aliyê hikûmetê ve nayê naskirin û diyar kirin ku polîtîkayên qeyûman êrîşa li dijî vê nûnertiyê ye.
'Qeyûm êrişa li dijî pergala hevserokatiyê ye'
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê Aysel Onen da zanîn qeyûm tenê tayinî şaredariyan nebûne di heman demê de tayînî îradeya jinan hatiye kirin. Ayselê wiha got:"Sîstema hevserokatiyê ji polîtîkaya jinê ya ku hikûmetê dide meşandin gelekî cuda ye. Ji ber ku hikûmet bi ti awayî nûnertiya jinan naxwaze. Em dizanin ku ew ji peymana xwe ya bi HUDA PAR'ê re li Kurdistanê temsîliyeta jinan naxwaze. Di dema ku partiyek hebû ku bi hevserokatiyê nûnertiya jinê nîşan dabû, li aliyê din partiyek hebû ku bi ti awayî wêneyên jinan, li ser wesayîtan jî nedixwest. Ji bo êrîşkirina nûnertiya jinan dixebitî, polîtîkaya qeyûman jî polîtîkaya têkbirina destkeftiyên jinan e."
Zihniyeta baviksalarî ya îktidarê û pratîkên wê yên derdikevin holê
Aysel, diyar kir ku desthilatdariya heyî xwedî zîhniyeta mêrane ye û got ku hikûmet vê zîhniyetê bi fîzîkî jî nîşan dide. Ayselê ev rewş wiha anî ziman: “Dema me şaredarî bi dest xistin yekem tişt rakirina wan deriyan bû. Ew derî bi rastî nîşaneya zihniyeta mêranî, zihniyeta qesrê ne. Ew derî çawa ne? Deriyên mezin ên bi hesinî. Di rastiyê de ev zihniyeta şaredariyê li cihekî ku di navbera wê û gel de dûr dixe disekine. Lê di feraseta me ya şaredariyê de tiştekî wisa tune ye. Beriya qeyûm bên, kooperatîfên jinan hatin avakirin ji bo aboriya jinan xurt bibe, lê piştî qeyûm hatin şaredariyê kooperatîf girtin. An jî qadên hevpar ên ku jin ji bo avakirina jiyaneke hevpar tên cem hev digirin û vediguherînin qehwexaneyan. Ew mêrekî wek serokê beşa jinan destnîşan dike û dibe sedem ku jin li wir qet nebe."
'Em şaredariyeke pirzimanî pêşniyaz dikin'
Ayselê da zanîn polîtîkayên îktidar li ser jinan ferz dike di rêveberiyên herêmî de jî li ser jinan ferz dike û wiha pê de çû:"Bi girtina navendên jinan ên li herêmê hewl didin vê yekê tine bikin. Ji ber ku ger li herêmê jinan tine bike, wê hebûna jinê bi giştî tune bike. Her wiha pêwîst e li herêmê desthilatdariyê bi dest bixe. Em li hemû şaredariyên xwe xizmetên şaredariyê yên li ser jinê pêşkêş dikin, em xizmeta şaredariyê dikin ku jin bi azadî têkevin û derkevin û xwe bi azadî îfade bikin. Hikûmet vê naxwaze. Wexta ku em şaredariyeke pirzimanî pêşkêş dikin, hikûmet wê dike şaredariyeke yekzimanî û jin nikarin pirsgirêkên xwe bi zimanê xwe bînin ziman. Bi rastî jin bê deng mane. "
'Divê jin tayinkirina qeyûman wekî meseleyeke jinan bibînin'
Aysel, da zanîn ku ew polîtîkaya qeyûman tenê li Kurdistanê nabînin û destnîşan kir ku divê polîtîkaya qeyûm weke rewşeke ku li Tirkiyeyê tê jiyîn bê dîtin. Ayselê diyar kir ku divê hemû jin meseleya tayinkirina qeyûman weke pirsgirêka jinê binirxînin û wiha got: “Dema ku em li vir behsa kuştina jinan dikin, li wir kuştina jinan zêde dibe. Ji ber ku piştî ku dewletê ewil siyaseta xwe li wir weke pîlot bi kar anî û serkeftin bi dest xist, heman siyasetê tîne rojavayê Tirkiyeyê jî. Pêwist e meseleya qeyûman wekî meseleyeke giştî ya kuştina jinan were dîtin. Ji ber vê yekê pêwîst e tora hevgirtinê were berfirehkirin.”
'Divê em bi hev re hîn zêdetir gotina xwe bikin'
Ayselê diyar kir ku gelek jin beşdarî meşa ji bo rêzgirtina ji îradeyê re ya li Colemêrgê bûne û divê jinên femînîst û jinên din jî piştgiriyê bidin vê têkoşînê û gotineke hevpar hebe, Ayselê herî dawî ev tişt anî ziman: “Ji ber ku em piştî hemû têkoşînê dîsa li vir in. Divê em têkoşîna yekbûyî mezin bikin, divê em weke jin zêdetir bi hev re gotina xwe bêjin. Divê em di her wateyê de avahiya jinê derxin pêş. Bi yekîtiya jinan wê her tişt xweştir bibe û divê em li hemberî emanetan li ber xwe bidin û dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku em li wir winda bikin, em ê li her derê winda bikin.”
'Em ê serhildana xwe dewam bikin'
Rêvebira DEM Partiyê ya Îzmîrê Hediye Korkut da zanîn têkoşîna mezin a li dijî qeyûman dewam dike û Hediyaya bal kişand ser mafê hilbijartinê yê kesan wiha got:"Çi dibe bila bibe em ê li kolanan bin û berxwedana xwe bidomînin. Em ê serê xwe li ber wan netewînin. Em bi dengên xwe şaredariyan qezenc dikin. Piştî ku di hilbijartinê de bi ser ket şaredarek dibe sûcdar? Ev tiştekî ku qet nayê qebûlkirin e, em qebûl nakin."
'Qeyûm tecrîd e'
Hediyeyê da zanîn qeyûm jinan asteng dike û wiha pê de çû:"Gelê Colemêrgê li kolanan li ber xwe dide. Dilê me jî bi wan re ye. Qeyûm jî tecrîtperest e. Hedefa herî mezin a qeyûman jin in. Ji ber ku jin li ber xwe didin, naxwazin jin serê xwe jî bilind bikin. Dixwazin serî li ber jinan bidin tewandin û wan tine bikin. Dixwazin jinan bindest bikin, lê jin vê qebûl nakin. Her kes vê yekê dizane, em dibêjin 'Jin jiyan azadî'. "
'Ji jinan ditirsin'
Hediye bal kişand ser girîngiya hevserokatiyê jî û got ku hevserokatî jî hedef hatiye girtin û jinan ev yek qebûl nekirine. Hediye da zanîn ku ew destekê didin hevserokatiyê û wiha got: “Hesabê jinan nakin. Jinan nas nakin. Tevî her tiştî jî em ê berxwedana xwe bidomînin. Ji jinan ditirsin, bêtir ji jinên Kurd ditirsin. Ji ber ku jinên Kurd bi biryar in, wêrek in û serî natewînin. Qeyûm sûc e, nayê qebûlkirin."