10 kesên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 10:48 3 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
STENBOL - Di çalakiya protestokirina binçavkirinan a li Stenbolê de 10 kes hatibûn binçavkirin. Her 10 kes jî piştî îfadeyê hatin berdan. 
 
Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh ji bo protestokirina endam û rêveberên wan jî nav de binçavkirina 20 kesan li pêşiya Rêxistina HDP’a Stenbolê ya li Beyoglûyê daxuyanî dan. Polîsan êrişî çalakvanan kir û 10 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin derbasî Midûriyeta Emnniyetê ya Stenbolê kirin. 
 
Kesên hatin binçavkirin duh bi şev piştî îfadeyê hatin berdan.