Nobeda Edaletê di roja 786'an de ye: Wê yên serî hildidin bi ser bikevin

  • 17:02 17 Gulan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeda Edaletê didomîne got:"Rêya me rêya heq û edaletê ye. Em ê li ser vê rêya pîroz bi hev re bi ser bikevin."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê da dest pê kirin di roja 786'an de berdewam dike. 
 
Ferît Şenyaşar ê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê derket û hate ber deriyê Edliyeya Rihayê li ber pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” da destpêkirin. Emîne Şenyaşar jî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî tevli nobeta îro bibe. 
 
Malabatê ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha got:"Wê têkoşîna me ya bi biryar di serî de Riha edaletê bîne her derê Tirkiyeyê. Di dîrokê de kesên serî hildane her tim bi ser ketine. Rêya me rêya heq û edaletê ye. Em ê li ser vê rêya pîroz bi hev re bi ser bikevin."