Ji Dayikên Şemiyê bang: Dewlet deyndarê me ye!

  • 16:25 17 Gulan 2023
  • Rojane
 
STENBOL – Komîsyona Têkoşîna li Dijî Windayan û Dayikên Şemiyê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Dijî Windayan ên di Binçavan de ya Navneteweyî da û got, “Heta ku yek winda jî bimîne em dest ji têkoşîna xwe û Galatasarayê bernadin . Di dosyayên windayan de lêpirsîneke bi bandor bidin destpêkirin û kiryaran ceza bikin.”
 
Komîsyona Têkoşîna Dijî Windayan û Dayikên Şemiyê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di çarçoveya 17-31'ê Gulanê Roja Têkoşîna li Dijî Windakirinê ya di Bin Çavan de  li avahiya komeleyê ya Beyoglûyê civîna çapemeniyê pêk anî. Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz û Hanim Tosun tevî mirovên Şemiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan amade bûn.
 
Li salona ku daxuyanî hat dayîn, pankarta bi nivîsa "17-31'ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakiriyên di Bin Çavan de ya Navneteweyî ye: Em ne dev ji Windayên xwe berdidin, ne jî têkoşîna xwe ya ji bo heqîqet û edaletê" hate daliqandin. Li ser wêneyên windayan ên li salonê ji aliyê Dayikên Şemiyê ve "Di bin çavan de winda bû" hate nivîsîn. Piştre dayikan ev wêne bi stûyê xwe ve kirin.
 
girîngiya hefteyê
 
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî di axaftina vekirinê de diyar kir ku her sal balê dikişînin ser windayan û di vê hefteyê de jî daxwazên xwe yên edaletê û eşkerekirina aqûbeta windayan dubare dikin. Gulserenê, diyar kir ku dê îsal çalakiyên cur bi cur bikin û got, “Weke ku tê zanîn sûcê windakirina di bin çavan  de li Tirkiyeyê ne tiştekî nû ye. Em dizanin ku ev sûc hê jî tê kirin û hin pêkanîn berdewam dikin. Di raporên ku ji aliyê komeleya me ve hatine weşandin de em serlêdanên ji bo revandin û windakirina di bin çavan de dibînin. Ji 6’ê Tebaxa 2019’an heta niha jî tu agahî ji Yusuf Bîlge Tunç nayê girtin. Di vê hefteyê de em ê ne tenê paşerojê bipirsin, di heman demê de ji rayedaran jî bixwazin ku li gorî berpirsiyariyên xwe tevbigerin."
 
Li hemberî daxwaza edaletê tundiya polîsan
 
Gulserenê, bal kişand ser wê yekê ku Peymana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye îmzekirin û got, “Tişta ku heta niha nehatiye îmzekirin, nîşan dide ku dewlet ji vê berpirsyariyê dûr ketiye. Beriya her tiştî tevî biryar û rêziknameyên Dadgeha Destûra Bingehîn jî hevdîtinên Dayikên Şemiyê yên li Galatasarayê tên astengkirin. Em dixwazin civak bi hesasiyet nêz bibe û dewlet jî bi vê berpirsyariyê çareseriyê bibîne.”
 
'Em dixwazin edaletê pêk bînin'
 
Piştre jî xwişka nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku di 28’ê tîrmeha 1993’yan de li Bedlîsê hate revandin û cenazeyê wî di 4’ê tebaxê de li qeraxê gola Hazar a Xarpêtê hate dîtin, Ayşe Tepe metna daxuyaniyê xwend. Ayşe, got ku mijara windakirinên di bin çavan de careke din bû rojev û zext li têkoşîna wan tê kirin lewma dê têkoşîna xwe xurtir bidomînin. Ayşe, ev bang li rayedarên dewletê kir: 
 
“*Ji bo daxwazên me yên heqîqet û edaletê çi pêwîst bike bi cih bînin. Aqûbeta windakiriyên me eşkere bikn, dawî li polîtîkaya necezakirinê bînin, di dosyayên windakiriyan de lêpirsîneke bibandor bidin meşandin û faîlan ceza bikin. 
 
* Peymana Têkildarî Parastina Kesan a Hêj Nehatin Windakirin a Navneteweyî îmze tavilê îmze bikin û pêk bînin. 
 
*Qedexeya li ser Qada Galatasarayê ku ev nêzî 5 sal in bi awayekî derhiqûqî didome, tavilê bi dawî bikin û li gorî AYM’ê tevbigerin.
 
*Dawî li tundiya polîsan û tacîza darazê ya li dijî xizmên windakiriyan û parastvanên mafan bînin.” 
 
‘Dewlet deyndarê min e’ 
 
Dayika Mûrat Yildiz ku di 19 saliya xwe de hatibû binçavkirin û windakirin, Hanîfe Yildiz jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Demekî kin nîne, ma ez ê ji ku dera 28 salan dest pê bikim. Vegotina vê rewşê gelek zehmet e. Di roja ewil a ez hatim vê derê êşa min çi be, ew êş hêjta zêdetir bû. Hem hêrs û hem jî serîhildan. Ji ber ku ez mafdar im, min ji edaletê bawer kiribû. Dayikekê ji dewletê bawer kir, bir û radest kir. Wan tune kir. Dewlet deyndarê min e. Heke ez bo dewletê deyndar bûma niha deh caran hatibûya ber deriyê min. Ez nikarim zarokê xwe bigirim. Dema ez dibêjim ‘dewlet, edalet li ku ye’, polîs derdikevin pêşiya min. Dilê dewletê tevî vê şerma wê rehet e lê dilê min rehet nîne. Ji bo dayikekê ev rewş rewşeke gelek zehmet e. Dema ez van tiştan dibêjim, polîs tên hemberî min û dikenin. Bifikirin, ev 28 sal in êşeke wisa giran e ku êdî dilê min nema dikare ragire. Ez ji kurê xwe efûya xwe dixwazim, lêborînê jê dixwazim. Li gel me gelek mirovan ev yek jiya. Me hinek dan girtîgehan û hinek jî dan axê. Ez li hemberî tevan jî bejna xwe ditewînim.” 
 
‘Em dev ji Galatasarayê berndain’
 
Hevjîna Fehmî Tosun ê di sala 1995’an de piştî ji mala xwe ya li Avcilar a Stenbolê derketî tu agahî jê nehatin girtin, Hanim Tosun jî ev tişt anî ziman: “Em ê wan tu carî ji bîr nekin. Em ê her tim windakiriyên xwe bipirsin. Ev hefte, ji bo me pir girîng e. Galatasaray jî ji bo me pir girîng e. Ji ber ku dema li Galatasarayê bilind bûn, hemû dinyayê dengê me bihîst. Me dengê xwe li wir da bihîstin û dê dev ji wir bernedin. Heta ku aqûbeta hemû windakiriyan tê zanîn û faîlên wan tên darizandin jî em ê dev ji têkoşîn û Galatasarayê bernedin.” 
 
Herî dawî jî Gulseren Yolerî axivî û got ku dê di 19’ê gulanê saet di 12.00’an de li Goristana Gaziyê windakiriyan bi bîr bînin. 
 
Daxuyanî bi dawî bû.