Li Silopyayê wesayîtek zirxî li zarokekê ket

  • 12:03 17 Gulan 2023
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Silopyayê wesayîtek zirxî li zarokrkê 5 salî ya bi navê Y.Y.T.  da. Hat zanin ku zarok di bin lênerîna awarteyê de ye.
 
Hat zanîn ku duh bi şev li taxa Dîcleyê ya navçeya Silopiyê wesayteke zirxî li zaroka 5 salî ya bi navê Y.Y..T. daye.  Piştî bûyerê malbatê zaroka xwe rakirin Nexweşxaneya Silopyayê. Hat ragihandin ku niha zarok li nexweşxaneya Xarpêtê di bin lênerîna awarteyê de digirin û rewşa wê giran e. 
 
Derheqê bûyerê de lêpirsîn nehatiye destpêkirin.