Dengên Partiya Çep a Kesk ji partiyên din hatine nivîsandin

  • 11:22 17 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
MÊRDÎN - Mîna li dehan bajaran li Mêrdînê jî di hilbijartinên giştî de eşkere bû ku dengên Partiya Çep a Kesk di nava partiyên cuda de hatine parvekirin.
 
Li Mêrdînê tespîtên nû hatin kirin ku dengên Partiya Çep a Kesk kêm an jî li ser partiyên cuda hatine nivîsandin.
 
Her wiha eşkere bû ku li hin sindoqan ji bo AKP'ê dengên zêde hatine nivîsandin. Li wan sindoqan îtiraz hate kirin.
 
Di encama lêkolînê de hate dîtin ku li navçeya Artûklûyê li sindoqa bi hejmara 1012'an dengê Partiya Çep a Kesk 111 bû, lê li sîstemê weke 100 deng hatin qeydkirin. Dengên AKP'ê jî 85 bû, lê li sîstemê 135 deng hatin qeyd kirin.
 
Li gel vê yekê li navçeya Artûklûyê li sindoqa bi hejmara 1217'an dengên Partiya Çep a Kesk 114 bû, lê li sîstemê 91 deng hate qeydkirin. Dengê AKP'ê ku 96 bû li sîstemê weke 107 deng hatin qeydkirin.
 
Li heman sindoqê dengê MHP'ê 17 bû, lê weke 30 hate qeydkirin. Dengên partiyên din jî kêm hatin qeydkirin.
 
Dengên li sindoqê hatin jêbirin
 
Li taxa Kertwene ya Nisêbînê li sindoqa bi hejmara 1106'an dengê Partiya Çep a Kesk 171 bû, lê tespît bû ku hemû bi navê MHP'ê hatine qeydkirin. Bi vî rengî dengê Partiya Çep a Kesk weke 'sifir' hate nîşandan. Her wiha 20 dengên CHP'ê jî li ser Partiya Yekîtiya Hêzê hate qeydkirin.
 
Li taxa Firatê ya Qoserê li sindoqa 1203'an jî deng li ser cihê şaş hate nivîsandin. Li sindoqa navborî dengên Partiya Çep a Kesk 219 bû, lê hemû li ser navê Partiya Rizgariya Gel (HKP) hate nivîsandin.