Li Mêrdînê dengên ji MHP’ê re hatibûn nivîsin şûnde hatin girtin

  • 21:28 16 Gulan 2023
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Li Mêrdînê îtiraza Partiya Çep a Kesk a ji bo 225 dengên wê yên ku li ber MHP'ê hatibûn nivîsandin hat qebûlkirin, lê îtiraza ji bo sindoqa bi hejmara 1363 ku şeva hilbijartinê winda bûbû û paşê hatibû dîtin jî hat redkirin. 
 
Piştî ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) encamên sindoqan li Portala Partiya Siyasî bar kir, Partiya Çepên Kesk ji bo sindoqa bi hejmara 1035'an îtiraz kir. 225 dengên Partiya Çep a Kesk ên di vê sindoqê de li ber navê MHP'ê hatibûn nivîsandin. Îtiraza Partiya Çepên Kesk a ji bo van dengan hat qebûlkirin û 225 deng li ber navê Partiya Çepên Kesk hat nivîsandin. 
 
Her wiha îtiraza ji bo sindoqa bi hejmara 1363 ku şeva hilbijartinê winda bûbû û paşê hatibû dîtin jî hat redkirin.