Koalîsyona Jinan: Em ê li soz û dengê xwe xwedî derkevin

  • 15:30 16 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koalîsyona jinan ji bo hilbijartina serokomariyê ku maye tura 2’yemîn banga dengdayîn û muşahidiyê li jinan kir û wiha hat gotin; “Em li soz û dengê xwe xwedî derdikevin, li dijî dijminê jinan em li vê derê ne û em ê bi ser bikevin.”
 
Koalîsyona jinan a bi kombûna sedan rêxistinên jinan, der barê hilbijartinên serokomariyê ku maye tura 2’yemîn û wê di 28’ê Gulanê de careke din hilbjartin were kirin de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyam da.
 
‘Wê jin encamên hilbijartina 28’ê Gulanê diyar bikin’
 
Di parvekirnê de hat bibîrxistin ku wê jin encamên hilbijartina 28’ê Gulanê diyar bikin û wiha hat gotin: “Li dijî dijminê jinan, ên ku kîndariyê dikin, ên ku xwestin mafên jinan ji holê rakin, ên ku xwestin benda 6284'an ku jin û zarokan ji tundiyê diparêze ji holê rakin, ên ku jinan mehkûmî bêkarî û xizaniyê kirin, ên ku li hemberî êrîşên zayendî yên li dijî zarokan dengê xwe dernexistin, ên ku gotin bila jin bi dengê bilind nekenin û jinên ducanî li navendan negerin, Peyman Stenbolê parçeyeke kaxez e, melayên me hene, em dibêjin em li vê derê ne em ê bi ser bikevin.”
 
'Em ê li soz û dengê xwe xwedî derkevin' 
 
Di parvekirinê de bi gotinên; “Em ê li soz û dengê xwe xwedî derkevin û em ê qezenc bikin” hat destnîşankirin ku jin di siyasetê de di her şert û mercî de, ji bo bi awayekî bi edalet û wekhev beşdar bibin, hemû pêvajoyên biryardayinê girîng in û ev bang li jinan hat kirin: “Em bang dikin ku di 28’ê Gulanê de jin li her aliyê Tirkiyeyê deng bidin, weke muşahidên hilbijartinê li dora sindoqan bin û kêliyên jimartinê bişopînin, giliyan bi mekanîzmayên gotinî û nivîskî bi kar bînin û ji bo ewlehiya pêvajoya hilbijartin û jimartinê bikevin tevgerê.”