Daneşîna doza li Emîne Şenyaşar hatibû vekirin hat dîtin

  • 14:55 16 Gulan 2023
  • Hiqûq
 
RIHA - Di daneşîna ewil a li Emîne Şenyaşar hat vekirin de, hat diyarkirin ku polîs li wekîlê Îbrahîm Halîl Yidiz geriyaya û pirsa hûn gilîkar  in an ne gilîkar in kiriye.
 
Di 9’ê Adara 2021’ê de Emîne Şenyaşar a hevjîn û 2 kurên wê li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên parêzgerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ku ji bûyerê bi birîndarî filitîbû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakiya Emîne û lawê wê Ferît di rojaya 785'an de berdewam dike.
 
 Yekemîn danişîna doza ku di sala 2022'an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve der barê Emîne Şenyaşar de bi îdiaya "heqaret"  li li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP'yî kiriye hatibû vekirin, îro li 5'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Rihayê hat dîtin. Di danişînê de Emîne Şenyaşar, kurê wê Ferît Şenyaşar, parêzerên malbatê Ahmet Taş, Hidayet Enmek, Meral Halat, Ayşe Şehirban Demîrel, Alî Arslan, Serhat Kurt û Îbrahîm Halîl Öyke amade bûn.
 
'Bi gitekan doz nayê vekirin'
 
Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan destpê kir de Parêzer Ahmet Taş parastin kir. Ahmet got, “Li ser girteka ku di destê Serdozgeriya Komarê de ye, doz hat vekirin. Dayik bi tirkî nizane, ji ber vê yekê em meraq dikin ka ev heqaret çawa wergerî  tirkî hatiye kirin. Li gorî biryara Dadgeha Bilind, divê  heqaret ji aliyê pispor û wergêrê sondxwarî ve bê ispatkirin. Doz bi tenê bi girtekê nayê vekirin. Pêwîste bi delîlên zelal û teqez bê îspatkirin ku heqaret hatiye kirin.”
 
Polîsan gazî wekîlê bersûc kir
 
Ahmet diyar kir ku polîsan telefonî Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz Salîh Gunduz kirin û jê pirsîn "Gelo gilîkar e" û wiha got: "Di qanûnê de di nava erk û wezîfeyên polîsan de ev wezîfe nîne. Meqamê xwe îstîsmar kirin.” Ahmet da zanîn ku Salih Gunduz gotiye, “Ti îfadeyên me nîn in” lê tevî vê yekê jî dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Ahmet, diyar kir ku dozgeriyê xelet nirxand û doz vekir û got, “Dozgeriyê wekî heqareta li 'memûrê cemaweriy nirxand û doz vekir. Lê muwekîla wî tu heqaret li kesên li ser peywirê ne nekiriye."
 
Daxwaza beraetê hat kirin
 
Parêzer Ahmet, xwest biriyara beraetê derbarê muwekîla wî de bê dayîn û dosya bê girtin.
 
Piştî parastina parêzer dozgeriyê ji bo mutalayê dem xwet. Heyeta dadgehê jî daxwaz qebûl kir û daneşîn taloqî 8'ê Hezîranê kir.