Hevrîn Xalef hêjayî xelata ‘Giglio d’oro’ hat dîtin

  • 13:03 16 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Toscana yê Dario Nardella û Meclisa Bajêr di 15’ê Gulanê de Xelata ‘Giglio d’oro’ diyarî têkoşer Hevrîn Xalef kir.
 
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Toscana yê Dario Nardella ya Îtalyayê bi tevlîbûna Komîteya Kurd a Toscana, Buroya Enformasyonê ya Roma, Heyva Sor a Kurdistanê ya Îtalyayê, Enternasiyonalîstên Îtalyê, dostên Kurdan, Rêxistinên Mirovî û Serbixwe, Komîteyên Arcî û Ampfî bernameya bibîranîn û xelatdayînê hate lidarxistin. Xelata ‘Giglio d’oro’ piştî 10 sal cara yekemîn bi biryara Meclisa Bajêr û Serokê Şaredariya Toscanê, ji bo şehîd Hevrîn Xalef hate dayîn. Hevrîn Xalef ku bi nasnameya xwe ya jinê di qada siyaseta Kurd de bi awayekî çalak cih girt û di 12’ê Cotmeha 2019’an de bi awayekî hovanê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hate qetilkirin, hêjayî xelatê hate dîtin.
 
Xelata ‘Giglio d’oro’ ku tê wateya kûlîlka sembola Floransayê, radestî xwişk û xwarziyê şehîd Hevrîn Xalef hate kirin.
 
Li ser girîngiya şevê, kesayeta leheng a Hevrîn Xalef û Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan ji cîhanê re bûye mînak axaftin hatin kirin.