Çavdêrên Navneteweyî: Hilbijartin ne adil bû

  • 10:52 16 Gulan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêrên navnetewî ku hilbijartina 14’ê Gulanê a li Tirkiye şopandin, diyar kirin ku di pêvajoya hilbijartinê de di navbera namzed û partiyan de tu wekhevî û edalet nebû.
 
Heyeta navnateweyî ji bo şopadina hilbijartina serokkomarî û dema 28’em a Meclîsê hatibûn Tirkiyeyê. Der barê xebatên xwe yên şopandinê de li Eqere cîvîna çapemeniyê li dar xistin. Saziyên Demokratîk û Buroya Mafên Mirovan (DKHB), Qasidiya Parlamenteran a AGÎT’ê (AGÎT PA), ji Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM) endamên misyona şopandina hevbeş beşdar bûn.
 
Ji 40 welatan 401 çavdêr hatibûn
 
Çavdêriya hilbijartinan a navneteweyî ya berpêyî hilbijartinên li Tirkiyeyê, ji aliyê DKÎHB ve 264 pispor, ji aliyê AGÎT PA 98, ji AKPM’ê 39 di nav de ji 40 welatan ji aliyê 401 çavdêran ve hat birêvebirin. Li gora heyetê: “Ji bo birêvebirina hilbijartinan bi awayekî demokratîk, bi çarçoveya zagonî ya heyî zemînek zagonî tam çênebû.”