Ji Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê banga bidawîkirina dorpêçê

  • 09:03 16 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê hevseroketiya Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd banga bidawîkirina dorpêça li ser kantona Şehbayê kir û destnîşan kir ku eger dorpêç bidome dê karesetên mirovî yên mezin encam bide.
 
Hikumeta Şamê ji zêdetirî 5 salan ve, kantona Şehbayê dorpêç kiriye. Hikumetê ji Tebaxa 2022'yan ve ev dorpêç giran kir ku nahêle sotemenî, pêdiviyên tenduristiyê, derman û madeyên bingehîn ên jiyanê derbasî kantonê bibin. Ev dorpêç jiyana bi hezaran koçberên Efrîn û şêniyên kantona Şehbayê dixe xetereyê.
 
Hikumeta Şamê rê nade sotemenî, pêdiviyêm bijîşkî, derman û madeyên sereke yên jiyanê derbasî kantonê bibin ku ev yek jî metirsiyê dide bi deh hezaran koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê.
 
Cîgirê hevseroketiya Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd der barê dorpêçê de ji ajansa me re wiha axivî: "Dema hêzên destwerdana Sûriyeyê kirine, li hev bikin, dorpêça li ser kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye girantir dibe."
 
Tunebûna sotemeniyê
 
Cemal wiha domand: "Bi girankirina tecrîdê re ji zêdetirî 9 mehan ve, hêzên hikumeta Şamê rê nadin ku sotemenî derbasî kantonê bibin. Ji ber wê rêveberiya kantonê mecbûr ma ku saetên embîran kêm bike ku berê 5 saet bûn niha rojane tenê 2 saet in. Lê dûre Desteya Rêveberiya Herêmî di 27'ê Nîsanê de ragihand ku kehrebe bi temamî qut bûye.”
 
Cemal destnîşan kir ku eger dorpêç bidome dê kareseteke mirovî ya mezin li herêmê encam bide û ev li gotinên xwe zêde kir: “Sotemeniya li ber destê me, pir kêm e. Nexasim ku binesaziya kantonê wêran bûye. Pêwîstî bi sotemeniyê heye da ku av bê derxistin, firin bixebitin, nan bigihêje şêniyan bi rêya komînan.”
 
Cemal wiha pê de çû: "Di encama dorpêçê de rewşa tenduristî ya kantonê gelekî bi paş ketiye. Şênî êdî nikarin xwe bigihînin nexweşxane û navendên tenduristiyê. Ji ber rawestîna çûn û hatinê, gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Nexweşxane û amûrên tenduristiyê bi kehrebeyê dixebitin. Ji ber wê divê jenerator her tim pêketî bin. Lê mazot peyda nabe. Heke dorpêç dewam bike, dê nexweşxane raweste."
 
Cemal destnîşan kir ku ji ber nebûna mazotê, çandinî bi paş ketiye û cotkar nikarin zeviyan av bidin û dest bi çinînê bikin.
 
Bangewazî
 
Di dawiya axaftina xwe de Cemal banga bidawîkirina dorpêçê kir û got: "Em bang li hemû aliyên hiqûqî û mirovî dikin ku xwedî li erkê xwe derkevin û dorpêçê bi dawî bikin. Ji ber ku eger ev dorpêç bidome dê karesetên mirovî yên mezin li kantonê encam bide."
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Cemal Reşîd di hevdîtineke berê li gel ajansa ANHA'yê de di 13'ê Nîsana borî de destnîşan kiribû ku divê dorpêç û kiryarên li dijî şêniyên herêmê rawestin.