Xwendekarên Zanîngeha Kobanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin

  • 14:06 15 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya Roja Cejna Zimanê Kurdî li Kantona Kobanê bi pêşengiya Xwendekarên Zanîngeha Kobanê pêşbirk bi zimanê Kurdî hat lidarxistin.
 
Di 15’ê Gulana 1932’yan de li paytexta Sûriyeyê Şamê ji aliyê Mîr Celadet Bedîrxan ve yekemcar Kovara Hawar tê çapkirin. Di sala 1987’an de Firat Cewerî diçe Şamê û hemû hejmarên kovarê di du cîldan de kom dike û di 15’ê Gulana 1998’an de ji ber ku ev salvegera derketina kovarê ye diweşîne. Ev roj her sal ji aliyê saziyên çandî û partiyên siyasî ve wekê roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
 
Bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî xwendekarên Zanîngeha Kobanê çalakiyek akademî bi dirûşma “Zimanê Kurdî geş bikin, jiyanê xweş bikin em ê Şoreşa Ziman bi ser bixin” lidar xist. Çalakiya ku li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hat lidarxistin, tevlîbûn û eleqeya ciwanan bal dikişand. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Piştre Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şîrîn Mislim di çalakiyê de axivî û Roja Cejna Zimanê Kurdî li her kesî pîroz kir. Şîrîn anî ziman ku 15’ê Gulanê naskirina dîrok û hebûna xwe ye û got, “Zimanê me ew nasname û dîrok e. Eger tu bixwazî gelekî yan jî netewekî nas bikî, di serî de tu yê ziman û koka wî netew û zimanî nas bikî. Ji dirêjahiya dîrokê heta roja îro gelê Kurd nebûye xwedî mafê perwerdehiya bi zimanê xwe. Ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûnê her tim rastî êrîş û komkujiyan hatiye. Îro derfeta me heye ku em ligel êrîşan jî perwerdehiya xwe bibînin. Divê em ji bo pêşxistina zimanê Kurdî têbikoşin.”
 
Di rêzeçalakiyê de ji bo asta zimanê Kurdî binirxînin, pêşbirk hatin lidarxistin.
 
Çalakî bi xwendina helbestan bi dawî bû.