Jin bi hev re bi hêz in: Têkoşîn dewam e

  • 13:15 15 Gulan 2023
  • Rojane
 
STENBOL-Jin bi hev re bi hêz in diyar kir ku wê di dema nû de li dijî îktidara AKP-MHP'ê têkoşîna xwe bidomîne û got:"Li dijî meclîseke ku dijminê jinan lê ne, em bêdeng nabin, em natirsin, em serî natewînin."
 
Jin bi hev re bi hêz in têkildarî encamên hilbijartinên 14'ê Gulanê daxuyanî da. Jin bi hev re bi hêz in li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyeke kurt parve kir û peyama dewamiya têkoşîna li dijî îktidara AKP-MHP'ê û tifaqên ava dikin, da. 
 
Di daxuyaniya Jin bi hev re bi hêz in de wiha hat gotin:"Li dijî meclîseke, zewaca di temenê zarokatiyê de diparêze, li dijî meclîseke ku têkiliya kesên gihîştî ya li derveyî zewacê sûc dibîbe, li dijî kesên îstismarkirin û cinayetên li dijî jinan asteng nakin û li dijî kesên dijminatiya LGBTÎ+ dikin gotina me ev e; em bêdeng nabin, em natirsin, em serî natewînin. Têkoşîn dewam e."