Rêxistina Sara: Bila cezayên giran li kujerên jinan bên birîn

  • 12:40 15 Gulan 2023
  • Rojane
 
HELEB - Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li dijî kuştina jinekê bertek nîşan da û got:"Banga me ji bo hemû rêxistinên jinan, ji saziyên hiqûqî û rêveberiyên herêmî ew e ku ji bo sepandina cezayên giran a li kujerên jinan bên birîn."
 
Di dîroka 11'ê Gulanê de li bajaroka Ên Îsayê ji ber sedemeke ne diyar, jinek di mala xwe de ji aliyê mêrekî ve li ber zarokên wê, bi kêran hat kuştin. Li ser vê mijarê îro li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê daxuyanî ji aliyê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Rêxistina Sara, Zêneb Alîko ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tundiya li dijî jinê yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî berbelav e û li cîhana me ev tê berdewamkirin û wiha hat gotin:"Em weke Rêxistina Sara ji bo şermezarkirin û jiholêrakirina tundiya li ser jinan a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin dikin. Ji ber vê yekê banga me ji bo hemû rêxistinên jinan, ji saziyên hiqûqî û rêveberiyên herêmî ew e ku ji bo sepandina cezayên giran a li kujerên jinan bê birîn."