YSK'ê daneyên herî dawî eşkere kirin

  • 11:19 15 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
ANKARA - YSK'ê debrê hilbijartinê de daneyên herî dawî parve kirin û diyar kir ku di hilbijartina serokkomariyê de Tayyîp Erdogan ji sedî 49, 96 û Kemal Kiliçtaroglu jî ji sedî 44,40 deng wergirtine. 
 
 Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), daneyên dawî yên hilbijartinên serokkomariyê yên 14'ê Gulanê eşkere kirin. YSK'ê, daxuyand ku saet ji 09.45'an ve li welêt 192 hezar û 187 (ji sedî 99) sindoq hatine vekirin û 8 hezar û 65 sindoqên li derveyî welêt hatine vekirin û hê hezar û 529 sindoq nehatine vekirin. 
 
YSK'ê, daxuyand ku li gor sindoqên hatine vekirin (saet ji 09.45'an ve) rêjeya dengên namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Cumhûr Tayyîp Erdogan ji sedî 49,40, rêjeya dengên namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 44,96 û rêjeya dengên namzetê Tifaqa Ata Sînan Ogan jî ji sedî 5,2 ye. 
 
 Serokê YSK'ê diyar kir ku girtina daneyan dewam dike.