Ji bo piştevaniya Çapemeniya Azad a Kurd bang

  • 09:07 15 Gulan 2023
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Jinan bertek nîşanê zextên li hember rojnamegerên kurd dan û îdianameyên wek şûrê Demokles li ser rojnamegerên Kurd bicih kirine û her wiha ji bo piştevaniya çapemeniya kurd û rojnamegeran  bang li saziyên navneteweyî kirin.
 
Di 8’ê Hezîrana 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Amedê daye destpêkirin de midûra ajansa me Safiye Alagaş jî tê de 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin. 
 
Di 29’ê cotmeha 2022’yan de jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda ya serdozgeriya komarê ya Enqereyê da destpêkirin de midûra karê nivîsan a ajansa Mezopotamya Dîren Yurtsever, nûçegîhan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nalim, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz, nûçegîhanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger hatin girtin. Rûniştina 9 rojnamegeran wê di 16’ê Gulanê de bê dîtin.
 
Di 25'ê Nîsanê de di operasyona navenda wê Amed bû de Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, Nûçegîhanên ajansê  Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, Mudurê Karê Nivîsê yê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê ya bi kurdî, rojnameger Mehmet Yalçin, Salih Keleş, Mikail Barut û Remzi Akkaya hatin binçavkirin. Dîsa rojnameger Bêrîtan Canozer, Mehmet Şah Oruç, Abdurrahman Gok, Mikail Barut û Remzi Akkaya bi sûcê 'endamtiya rêxistinê' sewqî dadgehê hatin kirin û di dosyaya tenê beyanên şahidekî esas hat girtin de bi 'gumana mezin a sûc' hatin girtin. 
 
Di 29'ê Nîsanê de jî Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û gelek kes bi operasyona li Enqereyê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. 
 
Tenê di 11 mehan de 34 rojnameger hatin girtin. Runtiştina rojnamegerên di 29’ê cotmeha 2022’yan de hatin girtin di 16’ê Gulanê de li Enqereyê wê bê dîtin. Runiştina midûra karênivîsan a jansa me Safiye Alagaş di 15’ê hezîranê de ya 15 rojnamegerên din jî wê di 11’ê Tîrmehê de bê dîtin.
 
Jinan der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
Namzeta Partiya Çep a Kesk Ceylan Akça der barê mijarê de axivî û diyar kir di lîsteya ku Rojnamegerên Sînornenas (RSF) amade kiriye de Tirkiye di azadiya çepemeniyê de ketiye bin Rûsyayê jî û wiha vegot: “Dibêjin ji Rûsyayê xerabtir tune lê Tirkiye niha di bin Rûsyayê de ye. Ev şermek pir mezine. Li Tirkiyeyê bi taybet rojnamegerên kurd tên girtin. Li ser rojnamegeran êrişek tun heye. Hewldana wan eve ku her kesî bidin gel xwe. Dixwazin yek tîp çapemeniyê ava bikin."
 
‘Dixwazin biçewisînin’
 
Ceylanê destnîşan kir ku rojnamegerên kurd serî natewînin û ji ber vê jî ev operasyon, binçavkirin û girtin pêk bên. Ceylanê wiha domand: “Saziyên navneteweyî her tim pesnê me didin. Dibêjin evqas êriş û zextan li çapemeniya kurd dikin dîsa jî  bi senek xurt xebatên xwe didomînin. Dewlet hedef dike ku bi van zextan bi van hedefgirtinan her tiştî bigire destê xwe. Qadê li rojnamegeran teng dike û dibêje qey wê pê serî bidin tewandin. Lê tevî her tiştî rojnamegerên kurd dest ji heqîqetê bernadin.”
 
‘Divê rojnameger bikevin rojevê’
 
Ceylanê bang li saziyên navneteweyî kir û wiha anî ziman: “Ji bo rojnamegerên kurd karên xwe bikin divê zemîn bê avakirin. Çi dikeve ser milê wan divê bikin. Bendewariya me ev e ku saziyên navneteweyî dengê xwe bilind bikin. Divê bi awayekî qelebalix darizandina rojnamegerên Kurd bişopînin. Ji ber îdianameyên wek şûrên Demokles li ser serê rojnamegeran û sûcdariyên rêxistinî hene. Divê rojnamegerên Kurd zêdetir bikin rojeva xwe.”
 
‘Pêkanînên kêfî'
 
Hevseroka Egîtîm Sen a Şaxa Hejmar Yek a Amedê Emîne Akşahîn jî balkişand ser hewldana darbeya di 2016’an de hatiye krin û got desthilatdariyê bi vê re hemû aliyên muxalîf hedef girtiye û got: “Desthilatdarî hewl dide her tiştî bi zîhniyeta xwe bide meşandin.Mixabin vê pêvajoyê de pêkanînên kêfî û dijhiqûqî pir zêde bûn. Beriya hilbijartinan operasyonên berfireh hatin kirin. bi van operasyonan hewl didin her aliyê muxalîf biçewisînin.”
 
‘Rojnameger dengê gel in’
 
Emîneyê balkişand ser zext, binçavkirin û girtinên rojnamegeran û wiha domand: “Beriya hilbijartinan zext hat kirin û bi van hewl didin dengê gel bibirin. Em hertim li dijî zextên li ser çapemeniya zadin. Rojnameger dengê gel in. Tu kes nikare dengê çapemeniyê bibire. Gel wê bersiva zîhniyeta yekparêz bide.”
 
‘Wê pênûsa rojnamegeran li erdê nemîne’
 
Dayika Aştiyê Afîfe Kartal jî wiha axivî: “Çapemeniya azad denge Gelê Kurd û mazluman dide bihistin. Rojnamegerji ber denge kedkarên çapemeniyê didin bihistin tên girtin.  Rojnamerên destdirêjî, îşkence, zext û tacîzê didin bihistin tên girtin. Ew dibêjin qey wê wisa bi rojnamegeran şûnde gavê bidin avêtin.  Lê rojnameger her diçin xurtir dibin. Me berê jî got emniha jî dibêjin em vê neheqiyê qebûl nakin. Wê pênûsa rojnamegeran li erdê nemîne.”