Banga ji bo rûniştina çapemeniya azad

  • 09:03 15 Gulan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Parêzer Sîpan Cîzrelî ji bo rojnamegerên çapemeniya azad ku di 29’ê cotmehê de hatin girtin û di 16’ê Gulanê de rûniştina wan wê pêk bê bang kir û got: “Ji bo demildest dawî li vê dijhiqûqiyê bê anîn, em banga piştevaniya ji bo rojnamegeran li hemû rayagiştî ya demokratîk dikin.”
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 25’ê Cotmeha 2022’yan de li bajarên cuda 11 rojnameger binçav kir û anîn Enqereyê, piştî îfadeyan sewqî Dadgeriya Ceza Sulhê hatin kirin û 9 rojnameger di 29’ê cotmeha 2022’yan de hatin girtin.
 
Rûniştina nûçegîhana me Habîbe Eren û Oznur Deger, midûra karê nivîsan a Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever, nûçegîhanên wê Denîz Nalim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Ceylan Şahînlî di 16’ê Gulanê de wê bê dîtin. Yek ji parêzerên dozê Sîpan Cîzrelî derbarê îdianameya hatiye amadekirin de nirxandin kir û banga tevlibûna rûniştinê kir.
 
Hemû faliyet û ajans hatine îlegalîzekirin
 
Sîpan diyar kir ku piştî rojnameger hatine 3 meh û nîv şûnde îdianame hatiye amadekirin nûçe û faliyetên rojnamegeriyê sûc hatiye dîtin û got: "Ajansa Mezopotamya wek gumanbar hatiye nîşandan. Îdianame 210 rûpel bû. 153 rûpel ji nûçeyên ajansa Mezoptamyayê pêk tê. Ligel nûçeyan, îfadeyên muwekîlan, alavên wan ên hatine desteserkirin, raporên MASAK sûc hatine nîşandan. Yek ji tiştê ku balê dikşîne jî Ajansa Mezpotamya wek gumanbar hatiye nîşandan. Hemû faliyet û ajans hatine îlegalîzekirin û hedef hatine girtin. "
 
‘Îdianameyeke dij rastiyê hatiye amadekirin’
 
Sîpan di berdewamiyê de anî ziman ku di îdianameyê de idianameyên dijrastiyê hene û wiha dirêjî dayê: “Em li îdianameyê dinêrin, serdozgerê komarê di nokteya ku delîlan binirxîne de helwestek dijrastiyê nîşan dide. Bi hincetên aboriyê hewl dide tiştan biafirîne. Teşeyê amadekirina îdianameyê careke din nîşan dide ku bi armanca astengkirina faliyetên rojnamegeriyê hatiye kirin.
 
‘Îfadeyên şahidên veşarî bi nakok in’
 
Sîpan daxuyand ku di dosyayê de îfadeyên şahidên veşarî hene û ev îfade di dema kar û barê îfadeyên rojnamegeran de tên rizandin. Sîpan wiha berdewam kir: “Di dosyayê de hîna şahidê veşarî heye. Şahidê veşarî yê bi kodê K8Ç4B3L1T5 der barê rojnamegeran de yek bi yek îfade dide. Der barê ku di MA û JINNEWS’ê de dixebitin de îfadeyan didin. Lê îfadeyên der barê faliyetên rojnamegeriyê de hemû bi nakok in û li dij rastiyê ne. Îfadeyên şahidê veşarî nikare ji bo sûc delîl bê nişandan. Ji ber ji rastiyê dûr in. Ne pêkan e di alî hiqûqê de ev wisa bê qebûlkirin.”
 
‘Ev ne operasyona yekem ne jî ya dawî ye’
 
Sîpan wiha daxuyand: “Operaysonên li hember çapemeniya azad ji dîrokê heta niha berdewam kirine. Ji berê de li hember çapemeniya Kurd êrîş hebûn. Gelek rojnameger hatin qetilkirin û hîna jî gumanbarên wan nehatin girtin û cezakirin. Di 2022’yan de gelek rojnameger hatin girtin binçavkirn. 18 rojnameger di Hezîrana 2022’yan de hatin binçavkirin û 15 jê hatin girtin. 10 mehan tu îdianame nehat amadekirin. Piştre li Enqereyê 9 rojnameger hatin girtin. Di 2’yê Gulanê de jî Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglu li Enqereyê hatin girtin.
 
‘Azadiya fikir û ramanê sînor kirin’
 
Sîpan diyar kir ku li komara Tirkiyeyê azadiya fikir û ramanê tune ye û wiha got: “Faliyetên rojnamegeriyê, azadiya fikir û ramanê û çapemeniyê her tim hat îlegalîzekirin û sînorkirin.” 
 
Sîpan di dawiya axaftina xwe de ji bo rûniştina yekemîn a ku wê roja sêşemê li Edliyeya Sihhiye ya Enqereyê bê dîtin banga xwedîderketina li rojnamegeran kir û diyar kir ku ew ji bo piştevaniyê bang li hemû kesî dikin ku tevli rûniştinê bibin.