ROJEVA 15'Ê GULANA 2023'YAN

  • 09:00 15 Gulan 2023
  • Rojev
 
*Di şoreşa gerdûnî ya parastina nasnameyê de ziman xaleke girîng e. Ji ber ziman xeta azadî û serhildana mayin de ye. Loma parastina ji bo zimanê dayikê di heman demê de tê wateya parastina mafê tayinkirina qedera xwe jî. Her wiha ziman mertaleke xurt a li dijî şovenîzmê ye. Rihê berbangeke nû ya serê sibehê ye. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Parêzer Sîpan Cîzrelî ji bo rojnamegerên çapemeniya azad ku di 29’ê cotmehê de hatin girtin û di 16’ê Gulanê de rûniştina wan wê pêk bê bang kir û got: “Ji bo demildest dawî li vê dijhiqûqiyê bê anîn, em banga piştevaniya ji bo rojnamegeran li hemû rayagiştî ya demokratîk dikin.” DÎMEN HEYE
 
*Jinan bertek nîşanê zextên li hember rojnamegerên kurd dan û îdianameyên wek şûrê Demokles li ser rojnamegerên Kurd bicih kirine û her wiha ji bo piştevaniya çapemeniya kurd û rojnamegeran  bang li saziyên navneteweyî kirin. BI DÎMEN