Li Gogsî dengên tifaqa Cumhur ji AKP'ê re hatiye nivîsîn

  • 08:58 15 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
ERZEROM - Li Gogsî partiyên ku nava tifaqa Cumhur de digirin, dengên wan ji AKP'ê re hatiye nivîsîn.
 
Piştî hilbijartinê vir ve bêhiqûqî her ku diçin zêde dibin. Hat zanîn ku dengên sindoqa hejmara 1057 ji AKP'ê re hatiye nivîsîn. 
 
Li gor agahiyên hatin girtin; partiyên AKP, MHP û Yenîden Refah ku ji tifaqs Cumhur in, dengê wan ji AKP'ê re hatiye nivîsandin. Muşahidên Partiya Çep a Kesk ku ji rewşê re îtîraz kir, piştî îtîraza wan hat qebûlkirin li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Gogsî carekedin hejmara dengan hat kirin.