Li Rihayê îtîrazên ji bo bikaranîna dengên komî hat redkirin

  • 02:48 15 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
RIHA - AKP’ê li sedan navendî îtîraz kir û gelek sindoq bi dehan carî hatin hiblijartin û li dijî vê Partiya Çep a Kesk û CHP’ê li dijî bikaranîna dengên komî ya ji bo 6 sindoqan îtîraz kir.  Lijneya Hilbijartinê ya navçeya Halîliye îtîraz red kir.
 
Li navçeya Halîliye ya Rihayê , Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîrazên ji bo 6 sindoqan hat kirin qebûl nekir.  Partiya Çep a Kesk û nûnerên CHP’ê serî li lijneya hilbijartinê dan û ji bo 6 sindoqên ku bi giştî hezar û 612 hilbijêrên wê hebûn, bi sedema ku dengên komî hatine bikaranîn daxwaza betalkirinê kir.
 
Lê Lijneya Hilbijartinê ev îtîraza nûneriyên partiyan red kir.
 
Li aliyê din jî AKP’ê îtîrazê encamên sedan sindoqî kir û ev îtîraz hatin qebûlkirin û bi dehan carî deng hatin hilbijartin.