Li Mêrdînê sindoqa winda hate dîtin

  • 01:32 15 Gulan 2023
  • Ramyarî
MÊRDÎN - Sindoqa hejmar 1363 a li Mêrdînê hatibû windakirin di encama hewldanên parêzeran de hate dîtin. 
 
Sindoqa hejmar 1363 a li Dibistana Seretayî ya Zîncîriye ya Artuklu ya Mêrdînê piştî pêvajoya hejmartinê bi dawî bûyî, tevî serokê sindoqê bi dawî bûbû. Parêzerên partiyên siyasî ji bo dîtina sindoqê daxwazname dabûn Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê. Di encama hewldanan de çewalê dengan û serokê sindoqê hatin dîtin. Serokê sindoqê û çewalê dengan gihişt ber deriyê edliyeyê. Hat zanîn ku piştî lêkolînê ji bo daneyên wê li pergalê bên qeydkirin xistin rêzê.