Ji YSK’ê der barê dengên hatine hejmartin daxuyanî

  • 23:10 14 Gulan 2023
  • Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YSK’ê Ahmet Yener têkildarî hejmartina dengan daxuyaniyek da û got ku heta niha ji dengên hundirê welat ji sedî 47.08’ê hatine hejmartin. 
 
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener têkildarî hejmartina dengan daxuyaniyek da. Yener, got ku di dayîna daneyan de heta niha tu pirsgirêk derneketine û van daneyan bi partiyên siyasî re parve dikin. Yener got ku heta niha ji dengên hundirê welat ji sedî 47.08 û ji yên derveyî welat jî ji sedî 12.60’ê hatine hejmartin.