AKP serî îtîrazê pere dide muşahîdên xwe

  • 22:36 14 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
STENBOL/ENQERE - Li Esenyurtê muşahîdê AKP’ê piştî ku di sindoqa hat vekirin de Erdogan bi ser neket, daxwaznameya îtîrazê nivîsî û ji serokê sinoqê pirsa ‘ji bo ez pere ji partiyê bigirim tu dikarî  daxwaznama min îmze bikî’ pirsî.
 
 Ji bo hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê kar û barê dengan bidawî bûn.  Piştî jimartina dengan nelêrêtiyan jî destpê kir. Li aliyê din jî çewalên dengan ji aliyê polîsan ve tên xespkirin û li aliyê din jî ji bo sindoqên ku AKP têde bisernakeve, îtîraz tên kirin.
Serî îtîrazê pere!
 
Yek ji van nelêrêtiyan li Esenyurt a Stenbolê li Dibistana Navîn a Halîl Fahrî pêk hat. Derket holê ku AKP ji bo her îtîrazê pere  dide peywirdarên xwe.  Muşahîdê AKP’ê yê li ser sindoqa hejmar 4010, îdia kir ku şaşî hatine kirin û  daxwzanama îtîrazê ava kir. Her wiha muşahîd ji bo ji AKP’ê pere bigire jî ji serokê sindoqê re got ‘ji bo pere ji partiyê bigirim tu dikarî daxwaznama îtîrazê îmze bikî.”
 
Eneqere
 
Hat diyar kirin ku li Enqereyê jî li gelek dibistanan AKP hewl dide jimartina dengan dereng bixîne. Li gorî agahiyên ji ekîbên ku li qadan digerin, li dibistana Lîseya Pîşeyî ya Turk Alman  kesekî AKP’î mudaxaleyê kar û barê jimartina denga kirine. Dîsa hat hînbûn ku li du dibistanên navê wan nehat hînbûn ekîbek AKP’î digere îtîrazê encamên sindoqandikin.