Ji heyeta çavdêriyê 2 kes hatin binçavkirin

  • 20:35 14 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
SÊRT - Ji heyeta çavdêriyê ya Spanyayê 2 kes li Sêrtê hatin binçavkirin. 
 
Heyeta çavdêriyê ya Spanyayê ku ji 10 kesan pêk dihat ji bo şopandina hilbijartinê hate Sêrtê. Ji endamên şandeyê 2 kes hatin binçavkirin. Hêzên ewlekariyê hewl dan endamên heyetê li navçeya Dihê binçav bikin. Lê belê di encama hevdîtina dadger û parêzeran de endamên heyetê hatin berdan. Piştre jî endamên heyetê ji Dihê ber bi Sêrtê ve ketin rê. Ji endamên heyetê Endamê Meclisa Nûneran a Spanyayê Jon Iñarritu García û İsabel Chacon di ketina bajar de hatin binçavkirin. 
 
Îfadeyên García û Chacon li midûriyeta emniyetê hatin girtin û niha li wir tên ragirtin.