Di dema hejmartina dengan de ceryan qut bû
- 19:49 14 Gulan 2023
- Rojane
AMED - Li dibistaneke navçeya Yenîşehîrê di dema jimartina dengan de ceryan qut bû û hejmartina dengan di bin lampayên telefonê de berdewam dike.
Piştî bidawîbûna pêvajoya dengdanê li seranserê Kurdistan û Tirkiyê, hejmartina dengan dest pê kir. Di nava rojê de li ser sindoqan gelek binpêkirin hene, di hejmartina dengan de jî pirsgirêk derdikevin. Di dema jimartina dengan de li Dibistana Navîn a Alî Emîrî ya navçeya Yenîşehîra Amedê ceryan hat birîn.
Endamên lijneya sindoqan bi lampeyên telefonan jimartina dengan didomînin.